Li Erxenî dîtina gorên sindoqî yên berî zayînê

Li devera dîrokî Qotê Berçem ya li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê di encama kar û xebata tîmên arkeolojîk de 3ê gorên nû yên bi şiklê sindoqê ku yê dema BZ bi 3000 salîne hatin dîtin.

Li gorî lêkolînan ev gor ê serdema Neolotîk in, yê dema ku mirovan nû dest bi jiyana xwecihî û çandiniyê kirî ne.

Dîroka avakirina Qotê Berçem vedigere 10 hezar sal berî zayînê. Ev ne tenê bo dîroka navçeyê, bo dîroka mirovahiyê jî xwedî giringiyeke mezin e.

Di sala 1964 de cara yekem li vir dest bi kolanên arkeolojîk hat kirin lê di sala 1991ê de ji ber rewşên ewlekariyê kulan hatin sekinandin, berî 7 salan dîsan li vî cihê dîrokî dest bi kulanê hat kirin.

Ji despêka kolanê ve heta niha 4 gorên wek sindoqa li vê navçeyê hatine dîtin. Di van goran de hestiyê zêdetirî 400 kesan hatine dîtin.

Seroka karê kolanê Prof. Dr. Aslı Erim Ozdogan li ser şêwaza karkirinê anî ziman, “Em li ser du demên cuda kar dikin. Yek serdema çêkirina şerbikan û yek jî serdema berî zayînê bi 3ê hezar sal. Me par bermayên avahiyek BZ 3000 salî dît, îsal jî me berdewama vê avahiyê li beşê bakur lêlolîn kir. Par me tirbek çargoşeyî dîtibû. Îsal di demek me hêvî nedikir de me tirbek li nêzîkî ya din bi heman meznahiyê dît û her wiha me tirbek hinek biçûktir jî dît. Ew tirba me par vekirî heta devê wê tijî ax kiribûn. Lê yên me îsal dîtin nediyare ka tijî axin yan na, ji ber me hîn devê wan venekiriye. Ger bi axê hatibin dagirtin wê kulana wan hinekê dirêj bike.”

K24

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply