Fransa 5-2 Îslanda – Fransa nêzîkî Fînala Euro 2016an bû

Di yek çarema fînala Kûpaya Euro 2016an de tîma Fransa bi encama 5-2 tîma Îslandayê şikest da û jê bir. 

Yariya navbera her du tîman şîev saet 22:00an dest pê kir. Her di nîveya yekem a lîstikê de tîma Fransa 4 gol avêtin derwazeya tîma Îslandayê.

Di xûleka 13an de yarîzan Giroud gola yekem, di xûleka 20an de Pogba, xûleka 43an Payet û di xûleka 45an a lsîtikê de Grizmann golên duyem, sêyem û çarem ên tîma Fransa tomar kirin.

Nîveya yekem a yariyê bi encama 4-0 bi qazanca tîma Fransa dawî pê hat.

Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Îslanda bi êrişan dest pê kir û di xûleka 56an de karî gola xwe ya yekem bi lêdna yarîzan Sigthorsson tomar kir.

Piştî tomarkirina gola yekem a Îslandayê, kêfxweşiya wê tîmê zêde berdewam nebû û tenê 5 xûlek piştî hingê Fransa gola 5 avêt derwazeya wî tîmî.

Maçın 84’üncü dakikasında İzlanda’nın ikinci golünü Bjarnason kaydetti.

Di berdewamiya lîstikê de tîma Îslanda karî di xûleka 84an de gola xwe ya duyem jî tomar bike û encamê bo 5-2 biguherîne.

Yariya navbera her du tîman di dawiya 90 xûlekan de bi heman encama 5-2 bi qazanca Fransa bi dawî hat.

Fransa û Almanya dê bo derbasbûna bo fînala Euro 2016ê di yariya bê de bi hev re bilîzin.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply