Em ji bo çi radizên?

Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê razana mirovan jî wek ya lawiran encamê peresanê (evrîm) ye. Mirovên pêşîn jiber ku bi ketina tariyê re nikarîbûn nêçîrvaniyê bikin, şevên xwe ji bo vehesîn û razanê vediqetandin. .
Razan ne tenê jibo vehesînê ango psîkolojiyê ye, her wiha jibo bîyolojiya mirov jî girînge. 

Di dema razanê de metabolîzma hêdî dixebite. Metabolîzmaya ku her di hereketê de ye hucreyan di kurttirîn dem de xirab dike. Razan dibe sebeb ku hucre xwe nû bikin. Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê ciwanekî 18 salî yê ku herroj li şûna 8 seetan 4 seetan radizê, piştî hefteyekê dibe xwediyê metabolîzmaya yextiyarekî 60 salî. 

Her wiha lêkolîn eşkere dikin ku rîska mirina kesekî ku rojê ji 7 seetan kêmtir û ji 9 seetan zêdetir radizê, li gorî ew kesên ku rojê 8 seetan radizên 2 cara bêtir e. Dermanên xweristî yên ku xewê asteng dikin 

Kafeîn: Piştî ku dikeve bedena mirov bi 15-20 deqiqeyan, mekanîzmayên ku xewa mirov tînin desteser (bloke) dike. Xewê asteng dike. Bi taybetî ligel kesên hînbûyî (tiryakî) pirsgirêkên xewê derdixe  holê. 

Nîkotîn: Nîkotîna ku jibo anîna xewê tê bikaranîn, jiber ku rê li ber xewa REM digire ji aliyê zanyaran ve nayê pêşniyarkirin. Xewa bi nîkotîn zirarê dide mekanîzmayên fêrbûna mejî. Lewente: Li gorî lêkolînan bîhnkirina lewenteyê bi qasî hebên xewê bi bandore. 

Di dema xewê de çi dibe? 
Zanyar xewê di du merheleyan de dinirxînin, NREM (xewa sivik) û REM (xewa giran). NREM ji kêzikan heta mirovan mudeta jiyana hemû zindiyan diyar dike. Di dema NREM de ku ji sedî 75ê xewê ye, hucre xwe nû dikin û mejî xwe rehet dike. Çalakiya mejî hema bi temamî radiweste. 

REM ji sedî 25ê xewê ye û berî şiyarbûnê dest pê dike. Di vê pêvajoyê de fonksiyonên fêrbûna mejî ji nû ve dikeve hereketê û mejî bi frekanseke bilind dest bi xebatê dike. Agahdariyên ku di pêvajoya rojê de hatine fêrkirin ji aliyêmejî ve depo dibin. 

Ger mirov ranezê çi dibe? 
Erîtrosît (gilokên sor yên di nav xwînê de ‚sorgilorik’) kêm dibin. Bedena mirov li himber nexweşiyan nikare xwe baş biparêze.

Ligel wan kesên ku di hefteyekê de rojê tenê 4 seetan radizên bandora derziyên grîpê ji sedî 50 dadikeve. Taqeta (hêza) lemlateyan (kas) zeîf dibe. Parsenga (mêzîn) şekirê xwînê xira dibe. Rîtma bîhndan û stendinê xira dibe. 

Xirabûnên dîtin û axaftinê û halusînasyon dest pê dike. Jibîrkirin peyda dibe. Hormonên stresê avzêdibin.

Hawarnet

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply