Vîrusa Koronayê Rawestînin-Vîdyo

Vîrusa koronayê rawestînin – alîkariya rizgarkirina jiyanan bikin

Ji bo şikandina belavbûna koronavîrusê divê hûn çawa tevbigerin? Vê vîdeoya kurt a bi zimanê Kurdî (Kurmancî) ya
hunermend û parêzer Narin Feqe temaşe bikin. Piştre vê vîdeoyê parve bikin. Alîkariya me bikin ji bo belavkirina
peyamê!

Eger hûn nikarin bibihîzin, hûn ê hemû zanyariyên ku tên gotin bi awayê nivîskî li vir bibînin:

Hevalên li her devera cîhanê, ji bo em vê înformasyonê bikaribin
belav bikin em ji we alîkarî dixwazin. Em bihevre dikarin belavbûna
coronavirusê bidin sekinandin. Her yek ji we dikare bibe alîkar.
Pêwist e em kal û pîrên xwe, yên zehîf û yên sîstema wan a
xweparastin a laş yên ne baş biparêzin.

Destên xwe bi av û
sabûnê gellek caran û baş bişon, tilî bi tilî, nava dest û pişta destên
xwe bi kêmasî 30 saniye bişon.

Di milên xwe de bikuxin, ne di
nava destên xwe de. Heya ji we were tiliyên xwe nedin rûyên xwe.
Yên ku dikarin bila di mal de bin. Yên din pêwist e di têkiliyên xwe
bi mirovên din de gellek baldar bin.

Mesafeyê bigrin. Di deverên kû
gellek kes lêhebin li wir negerin. Wê demê hûn dê xwe û mirovên
din biparêzin. Bi nebelavkirina virusê hûn ji karkerên tendurustiyê
re, ji bijîşkan re (doktor), ji hemşîreyan re û yên din kû di bin
stresekî giran de ne dikarin bibin alîkar.

Pêwistiya wan bi alîkariya
me hene. Bi kêmkirina rîskan re vîrus jî kêmtir belav dibe û wê
demê karkerên tendurustiyê jî wê bi nexweşên heyî re bighîjin. Tu
û ez, em, hemû bihevre pêwist e tevlî têkoşîna nebelavkirina vê
vîrusê bibin.

Vê vîdeoyê li hemû kesan belavbikin. Spas!

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply