Dayîkên delal, gelo hûn vana dizanin?

Şîrê dayîkê, di navbera dê û bebikê de pêwendiyeke hezkirinê çêdike.

Ji bo ku zarok hînî xwarinên bi sihet bibin û ji nexweşiyan werin parastin, dema ku derbasî xwarinên ji xeynî şîr bibin, divê mirov bala xwe bide ser hin xalên girîng.

Dixtora Pispor Eda Durmuş xeletiyên ku dema derbasî xwarinên ji xeynî şîr dibin têne kirin, vegot:

  • Ji bo ku bebik hînî tehmên din bibe, divê beriya 6 mehan xwarinên ji xeynî şîr werin dayîn.XELET E

Ji ber ku dê xwarinên cûr bi cûr dixwe, tehma şîrê wê jî diguhere, bi vî awayî bebika wê jî hînî tehmên din dibe. RAST E

  • Bebikên ku bi şev pir şiyar dibin, divê xwarinên ji xeynî şîr bixwin. XELET E

Bebik nêzî meha 6emîn ji xew pir şiyar dibin. Divê zêdebûna kîloya bebik û dema ku dikeve xew werin nirxandin. RAST E

  • Bebik mehê 1-1.5 kg distîne, ku bebik 500-600 gr bistîne divê xwarinên ji xeynî şîr bixwe. XELET E

Zêdebûna kîloya bebikan, eynî najo, bebikên ku şîrê diya xwe vedixwin dibe ku piştî 4-6 mehan zêdebûna kîloya wan hinekî hêdî be. RAST E

  • Heke bebik piştî ku şîr vexwar dest bi xewê neke, divê xwarinên ji xeynî şîr were dayîn.XELET E

Piştî meha 4emîn, ji ber ku derdor bala bebikê dikişîne, dibe ku bebik zû ranekeve. RAST E

  • Bebikên ku diya wan xwarinê pir naxwin, beriya meha 6emîn divê xwarinên ji xeynî şîr bixwin. XELET E

Heke dê pir nikaribin xwarinê bixwin, divê vîtamin û mîneral bidin dayîkê. RAST E

  • Bebikên ku di navbera mehên 6-12an de ne, divê rojê nîv lître şîrê dayîkê vexwin. XELET E

Eleqeya vê agahiyê bi zanistê re qet tune ye û xelet e. Mîqdara ku divê bebik bigire, divê mirov biwezinîne û ji bo her bebikê jî pîvanek taybet heye. RAST E

  • Ji bo ku bebik bi sihet bin, divê goştê sor hindik were dayîn û rûn jî nekevin xwarinên bebikan. XELET E

Divê însanên mezin kêm, zarok zêde xwarinên heywanan bixwin, ji bo bebikan rûnê herî feydedar jî zeyt e. RAST E

Derbar Rêvebir

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply