Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Her Tiştekî Wextê Xwe Heye

Demsal bi me dide zanîn ku her tiştekî wext û armanceke xwe heye; ji bo amedehiyê, ji bo berdana reh û rîçalan, ji bo çandinê, ji bo mezinbûnê û ji bo dirûn û palehiyê… Her tiştekî wextê xwe heye. Ti tişt tesadufî nîne. Tu jî ne tesadufek î. Ji bo …

Read More »

Ez dawa heqê xwe dikim!

Ez dawa şehîdên xwenî Çanakkaleyê dikim. Kalikên min, ji bo ku hûn dewleteke ku bi Xwedê re şer bike, saz bikin we destek nekiribûn; ji bo dewleta umetê, ji bo bextiyariya millet, rahiştin çekên xwe û hatin alîkariya we. Weke niha agir bi kezeba diyên wê serdemê  neket. Lewra mirov …

Read More »

Konê Reş û Pirtûkek Nû bi Navê: Ez û Cegerxwîn

Ev pirtûka çara ye ku Konê Reş li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Şam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (14) – Dilşa Yûsûf

Dema nivîskar hebin, lê xwendevan tunebin, wêje li pêşnakeve. 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Helbestvan û rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di  10 ê Huzêrana 1968 de  li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê  li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha …

Read More »

Payîz

Huner payîzekî de bi demsalekî re rêwî me gazin nayê kirin ji payîzan ji jîngeha dilan a herî bi reng û huner e payîz … çima lome tên kirin li vî demsalî çima gazin tên kirin ji vê demsalê re çima ayetên nebixêr tên xwendin û babîzokên nifiran tên weşandin …

Read More »

Dilên Dîlê Dilê Xwe

Nizanim min çend hezar mirin radestî vî bajarî kirin ez ê hîn çend hezar caran din di vî bajarî de bimirim bêkes û bêxwedî can bidim. Di rûpoşa qelîştokên min de gorên bêkêlî cendekên bêserî jîyanên bêavdest û têkçûnên bêdua. Ez ê di gora yekê din de bimirim di girava …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (13) – Mizgîn Hesko

Ji bo gulvedana wêjeya Kurdî bi nivîskarên Jinên Kurd re hevpeyvîn. 1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Navê min Mizgîn Hesko ye, helbestvan û nivîskar im, ji Cezîra rojavayê Kurdistanê me.   2-Te kengî û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Ji mijê ve, ji …

Read More »

Korona

Kê zanibû dê rojekê Ji Wuhanê bazara masiyan Ji gur û kuçikxwurê Çîniyan Belav bibe êşa kuştinê li ser mirovan Û li ser sîngê deyne mîna xewnereşkê Kê zanibû dê ji Çîn û Maçînê Pêla reş rabe li ser cîhanê Û bi şêweya sermagirtinê nîşan bide Li poz û bêvilê …

Read More »

Kevneşopiyên Kurda – M.Emin Can

Xwendêvanên hêja, yên temen derbaskirine,  li cem kal û pîran  rûnin jîyana wan guhdar bikin. Ev gav mirov pê pir dikeve nav xemgîniyan. Car caran tê hişê min jî ev emrek li min buhûriye çawa derbasbû lê êdî ev temen venagere nayê. Ev jiyanên derbasbûne bê feyde jî neçûne. Ji …

Read More »