Ji bo ku têkoşîna her neteweyî ya ji bo azadî û rizgariya neteweyî berdewam bibe û bikaribe bigihîje serkeftinê, pêdivî bi asteke plansaziya stratejîk heye ku li benda tesadufê nayê hiştin.
Divê bingehên teorîk, pratîk û sazûmanî yên vê têkoşînê li ser çar stûnên bingehîn werin avakirin; stûnên ku hevdu xurt dikin, xwedî dikin, û têkoşînê temam dikin ev in:
- PERWERDEHÎ:
Nifşên Hişyar û Binyada Entellektuel. Bîranîna Neteweyî û Ziman.
Perwerdehî yek ji bingeha herî bihêz û domdar a têkoşîna azadiyê ye. Li gorî prensîbên îlahî û gerdûnî, divê nifşên ku ji çand, ziman û nirxên xwe bawer in; bikarin zimanê dayikê di jiyana rojane de bi awayekî azad bi kar bînin; dîrok û bîranîna civaka xwe bizanibin, bi reh û rîçên xwe re di aştiyê de bin û cudahiyan wekî dewlemendiyekê bibînin, wisa bêne perwerdekirin. Herweha parastina ziman, çand û bîranîna dîrokî û veguhestina wan bo nifşên pêşerojê, ji bo xurtkirina hişmendiya nasnameyê, parastina yekitiya civakî û avakirina bendeke parastinê ya bihêz li hember polîtîkayên asîmîlasyonê, girîngiyeke bingehîn e.
Jêhatîbûna sazûmanî û teknîkî: Divê tenê bi hişmendiya îdeolojîk û siyasî re têr nebe; ji bilî exlaq û baweriyê, di warên cuda yên wekî zanistên bingehîn, teknolojî, zanistên civakî, hiqûq, aborî, perwerde, tenduristî, jîngeh, ragihandin û rêveberiya giştî de jî, kadroyên zana û pispor, jêhatî, li ser bingeha lîyaqatê, divê wek xwediyê hişmendiya berpirsiyariyê bên perwerdekirin.
Ew hêza mirovan jêhatîbûn, ezmûn û dîtinên cuda li hev tîne. Divê kapasîteya lêkolînê, hilberîn, plansazî û sazûmanbûnê xurt bike. Zêdebûna zanîn û ezmûna teknîkî û sazûmanî, bi prensîbên dadmendiyê, zelaliyê, berpirsiyariya hesabdayînê û bi beşdariya demokratîk re divê bibe bingeha avakirina civakeke bi hêz, azad, dadmend û demokratîk a pêşerojê.
Guhertina Zihniyetê: Riya herî bingehîn a derbasbûna bêhişmendiya civakî, belavbûn û lipaşmayîna civakê, guherandina awayê fikrî, hînbûn û berpirsiyariyê, girtina ferd û civakê ye. Têgihiştineke nûjen a perwerdehiyê ku prensîbên îlahî, gerdûnî û zanistî bi hev re esas digire. Divê ramana rexneyî, îradeya azad, çanda lêkolîn û pirsînê, berpirsiyariya exlaqî û hişmendiya kolektîf bi pêş bixe.
Ev têgihiştina cudahiyan, wekî dewlemendiya civakî û çavkaniya pêşketina hevpar e. Divê derfetê bide ferdan ku jêhatîbûnên xwe bi pêş bixin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên hevpar ên civakê, di siberojade divê civak bi xwe wan ava bikin.
Perwerdehî divê ne tenê wekî qadeke veguhestina zanînê, lê wekî hêzeke stratejîk a avakirina ferdên hişyar, hêza mirovan a jêhatî, sazûmanên bihêz û civakeke xwedî berpirsiyariyê were dîtin. Ve guhertina zihniyetê dê bibe yek ji hêzên herî girîng ên pêşketina civakî, têkoşîna azadiyê û avakirina pêşerojeke domdar…
- ABORÎ:
Hêza Domdar û Serbixwebûna Darayî.
Hilberîna Herêmî û Kar: Bêguman tevgereke azadî ya siyasî, heke bingeheka xwe ya aborî û hêzeke hilberîn a xwebeser û xwe-têrker tune be, nikare serkeftinê bi dest bixe. Ji ber wê yekê, divê modelên domdar ên ku çavkaniyên herêmî dixe hereketê, hilberîn û destpêkirina karsaziyê teşwîq dikin ku nirxên aborî biafirînin, bêne pêşxistin.
Divê polîtîkayên ku girêdana li derve kêm dikin, sermayeya herêmî xurt dikin, ji bo ciwan û jinan derfetên kar û karsaziyê biafirînin, hêza mirovan a jêhatî diparêzin û newekheviyên aborî kêm dikin, bêne pêkanîn.
Bi wî awayî, kapasîteya hilberînê, kar, refah û serbixwebûna aborî divê bi hev re bên xurtkirin û bingeheke domdar a bo azadiya civakî û siyasî were avakirin.
Rêvebirina Sermayeya Diyasporayê:
Çavkaniyên maddî û sermayeya ku di diyasporayê de kom dibin, divê tenê bi karên xêrxwaziyê re sînordar nemînin; divê ber bi veberhênanên domdar, stratejîk û nirx-afirîner ve li warên wekî perwerdehî, çandinî, sanayî, teknolojî û geştiyarî li Kurdistanê bêne rêberîkirin.
Qadên Azadiya Darayî:
Ji bo ku têkoşîn bi awayekî domdar û serbixwe bidome, divê ekosîstemeke darayî ya zelal û domdar were avakirin ku çavkaniyên xwe yên aborî û torên xwe yên hevkarî û piştgiriyê biafirîne.
- DÎPLOMASÎ:
Li Gorî Konjonktura Rojê
Diplomasî: Ji berê heta îro, hemû nirxên maddî, manewî, çandî, aborî û civakî yên ku hene û ji aliyê mirovan ve hatine afirandin, ji bo ku maf û hiqûqa wan were nasîn, di qada civakî de hebûna wan bidome, bêne parastin û parastina wan were misoger kirin. Yek ji riyên herî girîng dîplomasiya bihêz û bi prensîb e. Dîplomasî divê tenê bi têkiliyên di navbera dewletan de neyê sînordarkirin; divê wekî amûrekî stratejîk were dîtin ku di navbera gelan, civakan, sazûmanan û aktorên cuda de têgihiştin, bawerî, hevkarî û berjewendiyên hevpar pêş dixe. Li gorî vê têgihiştinê, têkiliyên dîplomatîk divê ji bo xurtkirina maf, dad, azadî, wekhevî û aştiya civakî, misoger kirina destkeftiyan û veguhestina wan bo nifşên pêşerojê xizmet bêkirin.
Dîplomasî li Gorî Konjonktura Rojê – Stratejiyeke Rastîn û Herikbar: Li şûna girêdayîbûna bi dogmayên sabît û kalibên neguhêzbar, divê stratejiyeke dînamîk û rastîn were pêşxistin ku prensîbên bingehîn ên daweta îlahî esas digire; dikare hevsengiya hêzên gerdûnî û herêmî bi awayekî rast analîz bike, şert û mercên jeopolîtîk ên diguhêrin û derfetên nû yên derketî di dema guncav de binirxîne û bi pêşketinên nû re bi lez û nermî xwe biguncîne. Ev stratejî divê şîret û şûraya domdar, aqilê hevpar, nirxandina dîtinên cuda, diyarkirina armancên rastîn û parastina berjewendiyên demdirêj esas bigire.
Dîplomasî divê li ser bingeha aqilê hevpar were meşandin; aqilekî ku dikare xwe li gorî şert û mercên nû bike, li şûna pevçûn û diyalogê, li şûna tenêbûnê hevkariyê û li şûna nêzîkatiyên dogmatîk polîtîkayên encam-odak pêş bixe.
Hiqûqa Navneteweyî û Parêzvaniya Mafan:
Têkoşîna maf û azadiyên gelên Kurdistanê, divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan, wekheviya gelan, dadmendî û prensîbên gerdûnî ên hiqûqê, bi rêbazên demokratîk û aştiyane, ji raya giştî ya cîhanê re were ravekirin. Di vê çarçoveyê de, divê têkiliyên dîplomatîk bên xurtkirin, bi sazûmanên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî re têkiliyên bi bandor bêne avakirin û binpêkirinên mafan ên dîrokî û rojane bên belgekirin û li qada navneteweyî bên xuyakirin. Têkoşîn divê ne tenê bi gotinên siyasî, lê herwiha bi belge û delîlên hiqûqî, akademîk, dîplomatîk û civakî werin piştgirîkirin, da ku daxwazên rewa di qada navneteweyî de baş bên famkirin û qebûlkirin.
Lobîkirina Bibandor û Hevaltiya Stratejîk:
Lobîkirin divê tenê bi welatên diyasporayê re neyê sînordarkirin; divê bi parlamentoyên navneteweyî, hikûmetan, mekanîzmayên biryargirtinê, partiyên siyasî, derdorên akademîk, navendên lêkolîn û fikirê, medyayê û torên civaka sivîl a gerdûnî re têkiliyên sistematîk û demdirêj bêne bipêşxistin. Divê armanc ew be ku daxwazên maf û azadiyê yên gelê Kurdistanê bi awayekî rast û bibandor bên vegotin û li ser bingeha nirx û berjewendiyên hevpar hevaltiyên stratejîk û hevpeymanî bêne avakirin. Di vê çarçoveyê de, bi avakirina toreke dîplomatîk û lobîyên profesyonel, zelal û sazûmanî, divê hişyariya Raya Giştî ya Navneteweyî, piştgirî û rewayiya siyasî bê xurtkirin.
- JI BELAVBUNÊ BER BI AQLÊ HEPAR VE:
Rizgarbûna ji Sazûmanên Parçeparçe:
Xebatên siyasî, dîplomatîk, aborî, çandî û civakî yên girîng, heke ji aliyê sazûmanên ku hevdu derdixin û pêşbazî bi hev re dikin, an jî belav û cuda dixebitin bêne meşandin. Lewra hêza hevpar lawaz dibe û dibe sedema windabûna çavkaniyan. Ji ber vê yekê, divê bingeheke bi hêz û berfireh a hevkariyê were avakirin ku sazûman, tevger, derdor û beşên cuda yên civakê, bêyî ku nasname û taybetmendiyên xwe yên xweser winda bikin, li dora armancên hevpar bi awayekî koordîne û hevaheng tev bigerin. Hêza mirovan, zanîn, ezmûn, derfetên maddî û têkiliyên dîplomatîk divê di çarçoveya plansaziyeke stratejîk a hevpar de kom bibin. Li şûna pêşbaziyê, divê temamkerî li şûna parçebûnê koordînasyon û li şûna berjewendiyên kesane aqilê hevpar were esasgirtin. Bi wî awayî, potansiyela heyî, bêyî ku di nav sazûmaneke navendî ya yekane de were helandin, divê li gorî armancên hevpar bibe hêzeke hevaheng û bibandor.
Hevparbûna Li Ser Xalan:
Divê nêrînên cuda yên siyasî, fikrî, bawerî û civakî wekî dewlemendiyekê bên qebûlkirin. Cudahî ne wekî sedema pevçûn û veqetînê, lê wekî derfeteke ku aqilê hevpar xurt dike, divê bêne nirxandin. Di heman demê de, li ser xalên hevpar ên wekî maf û azadiyên bingehîn, dadmendî, wekhevî, nirxên demokratîk, aştiya civakî û berjewendiyên neteweyî divê lihevhatineke xurt were çêkirin. Parastina cudahiyan û di heman demê de yekbûna li ser armancên hevpar, pêşxistina stratejiyeke hevpar li ser bingeha rêzgirtina li hev û şûrayî, danîna berjewendiyên neteweyî yên bilindtir li ser berjewendiyên kesane, sazûmanî an îdeolojîk divê bibin bingeh.
Avakirina Hêza Kolektîf:
Bingeha avakirina hêzeke domdar û bibandor ew e ku sazûman, tevger, derdor û beşên cuda yên civakê karibin li dora armancên hevpar bi awayekî koordîne tev bigerin. Divê ruhê yekîtiyê were avakirin ku sinerjiya sazûmanî biafirîne û bi rêveberiyeke zelal, berpirsiyar, hesabdayer û beşdarî piştgirî bê kirin; ruhê yekîtiyê ku cudahiyan diparêze, lê di heman demê de hişmendiya aqilê hevpar û berpirsiyariya hevpar xurt bike. Hêza mirovan, zanîn, ezmûn, çavkaniyên aborî û derfetên dîplomatîk divê li gorî vîzyonekê stratejîk a hevpar bêtin bikaranîn. Hêza kolektîf a ku li ser vê têgihiştinê tê avakirin, dê bibe yek ji hêmanên herî girîng ên domdariya têkoşîna azadiyê û mifteya bingehîn a gihiştina armancên hevpar.
ENCAM:
Çar stûnên bingehîn ên têkoşîna gelekî ji bo azadî û mafên demokratîk, ji hev cuda nayên nirxandin:
- Hişmendî û Perwerdehî: Civakeke ku xwe nas dike û bi xwe bawer e.
- Hêza Aborî: Civakeke ku dikare jiyana xwe bidomîne, hilberîne û xwe bi hêza xwe ya aborî debara xwe bike.
- Siyaset û Dîplomasî: Civakeke ku şert û mercên serdemê rast dixwîne û derfet û metirsiyan baş dinirxîne û dikare xwe di qada navneteweyî de bi awayekî bibandor îfade bike.
- Yekîtî û Aqilê Hevpar: Civakeke ku hêzên belav û parçebûyî li dora armancên hevpar dikare bi hev bîne û wan bike hêzeke kolektîf.
Heke yek ji van çar stûnan kêm an lawaz be, têkoşîn jî lawaz dibe û domdariya wê dikeve ber metirsiyê. Lê heke ev çar xal bi hev re bên xurtkirin, hişmendiya civakê, kapasîteya aborî, hêza siyasî ya demokratîk û hevkariya sazûmanî dikarin li gorî vîzyon û armanceke hevpar bi hev re hereket bikin.
Pêşerojeke Azad û Demokratîk:
Tenê bi xwestin û daxwazan nayê avakirin; ew bi avakirina civakeke hişyar û xwedî berpirsiyarî, bingeheke aborî ya bihêz û domdar, têgihiştineke siyasî ya rastîn û realist, dîplomasiyeke bibandor û sazûmaneke hevpar a bihêz ku li ser bingeha aqilê hevpar hatiye avakirin, gengaz dibe.
Ev hêman divê ne wekî qadên ji hev cuda, lê wekî parçeyên hevûdu temamker ên stratejiyeke yekgirtî bên dîtin. Bi vê yekê tenê dikare civak hêza xwe ya mirovan, zanîn, çavkaniyên aborî, kapasîteya siyasî û têkiliyên dîplomatîk bi awayekî berhemdar bikar bîne û bingeheke domdar ji bo azadî, dadmendî, refah û demokrasiyê ava bike.
Ayetûllah Aştî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…