Çanda genim belav kirinê

Çanda genim ya ku hemû dayîk û dayîkên namzed bihîstinê lê wata wê zêde nizanin çi ye? Kengî tê çêkirin?

Genimê diran çandeke kevnare ku hema bêje di tevahiya rojhilata navîn de tê pêk anîn. Çêkirina genimê diran bi derketina diranê zarok ya/yê destpêkê ve girêdayî ye.

Bi derketina diranê zarok yê destpêkê amadekariyên genim jî têne kirin. Dema ku diranê zarok derdikeve hindek cîh perçeyekî li pêşiya zarok radixin. Li ser wê perçeyê ku raxistine pênûs, lênûs, pêlîstok, pirtûk, şeyê por, meqes, mekîneya wêneyan û her wekî din tiştên ku pîşeyan temsîl dike tê dayîn. Di nav wan de zarok kîjanê hilbijêre, wisa tê bawer kirin ku wê ew zarok pîşeya xwe li ser vê tişta ku girtiye dest, pêk bîne ango wê vê pîşeyê hilbijêre.

Dervey vê zaroka ku diran derxistiye genim li ser serî de tê reşandin ji bo ku diranê mayî jî demek zû de derkevin. Li gor hindek cîhan jî bi taybetî Kurd, genim dikelînin û li ser malan belav dikin ango her malê tasek gemimê kelandî didinê ji bo ku diranê zarok hem bi zû bên, hem jî êşa diran kêm bibe û zarok zêde êşê nekşîne.

Di heman demê de weke bereket û şahiyê jî tê dest girtin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply