Tenê 5 weşanxaneyên Kurdî beşdarî TUYAPê bûne

36emîn Pêşangeha Pirtûkan ango TUYAPê li Stenbolê berdewam e. Lê belê îsal tenê 5 weşanxaneyên Kurdî beşdarî pêşangehê bûne.

Pêşangeha ku di nava fûarên herî mezin în Ewropaye de cîh digire îsal bi beşdariya 820 wêşanxaneyan deriyên xwe vekirin. Tenê 5 wêşanxaneyên kurdî jî li fûarê cihê xwe girtin. Di çarçoveya fûara ku eleqeyeke germ dibîne de gelek nivîskar jî pirtûka Selahattîn Demîrtaş Îmza dikin.

Mezintirîn pêşangeha pirtûkan a Tirkiye TUYAPê bi eleqeyeke mezin ya welatiyan  destpêkir. Pêşangeha ku îsal 36mîn car tê sazkirin îsal bi dirûşma, ‘Çiqas Baş e Ku Wêje Heye’ tê sazkirin û welatê mêvan ê rûmetê jî Kore ye.

Di çarçoveya fûarê 820 wêşanxaneyan  standên xwe danîn. Lê wêşangerên kurd bi gazinc in ji ber ku eleqeya salên dawîn nema ye.

Edîtorê Wêşanxaneya Aramê Erkan Karakelle ji Rûdawê re wiha got: “Ew 3 salên dawîn li pêşangehan em di tengasiyeke mezin de ne. Di warê xwendina kurdî de rewşa berê nemaye. Xwînêr xwe di binê fişaran de hîs dikin. Têne seredana standên me dikin, li pirtûkan dinêrin lê nastînin. Bi taybetî sal û nîvek e bo me taybetiya pêşangeh nema ye. Hêvîdar im ew rewş dê baştir bibe, ku nebe xetereyeke mezin li ber derî ye.”

Ji weşaxaneya Avestayê Şivan Cizîrî jî got: “Hinek ditirsin ku pirtûkên kurdî bi xwe re bigerînin. Naveroka kitêban ji derve nayê xuyakirin belkî ji wê yekê jî çêdibe. Xwênerên tirk hinekî ji wan aciz jî dibin. Pirtûkên kurdolojî dibînin, navê kurdistanê dibînin hinekî aciz dibin.”

Pêşangeha ku dê 9 rojan berdewam bike mazûvaniya 300 çalakiyên îmzeyî, gotûbêj, panêl û komxebatan jî dike. Nivîskar Ayla Kûtlû îsal weke nivîskara rûmetê hate diyarkirin.

Bi destpêka pêşangehê re her roj bi deh hezaran kes jî berê xwe dide cihê fûarê. Yek ji standên ku herî zêde xelk eleqeyê pê dide jî ya wêşanxaneya ku pirtûka Selahattîn Demîrtaş çap kiriye. Li gorî agahiyan heta niha 130 hezar pirtûken Demîrtaş hatine firotin. Li pêşangehê bi dehan nivîskar jî pirtûka Demîrtaş îmze dikin.

Ji weşxanxaneya Nûbiharê Bîlal Can jî diyar kir ku eleqeya beriya du salan nema ye û wiha domand: “Du sal in rewş baş nîn e. Ji ber bûyerên siyasî û ji ber ku herêm tevlîhev bûye. Dema pêvajoya çareseriyê de rewş pir baş bû. Ne tenê xwînerên kurd, ya xwînerên tirk jî eleqeya wan gelekî baş bû.”

Li pêşangehê carina ragêşî êrîş pêk tên. Nivîskarekî ku pirtûkek di derbarê Meral Akşener de nivîsî ye jî tevî standa pirtûkan rastî êrîşa alîgirên MHPê hat.

Nivîskar Sabahattîn Onkîbar jî wiha axivî: “Ji bo ku min ew pirtûk nivîsiye erîş kirin. Ên ku êrîşkirin fedaiyên Devlet Bahçelî ne. Em ji tiştên wiha qet natirsin û paş de jî gav navêjin. Tahamûla van li hemberî pirtûkan jî nîne. Li hemberî pirtûka min taarûz dane destpêkirn.”

Di çarçoveya pêşangehê de gelek nivîskarên cîhanî jî bi xwînerên xwe re têne ba hev. Li gorî wêşangerên kurd, tevî ku xelk ewqasî serdana pêşangehê dikin, kiryarên kurd ji sedî 70 kêm bûne. Ew dibêjin, xelk ditirse ku di destê wan de pirtûkên kurdî hebin, ji ber vê jî hejmara wêşanxaneyên kurd ên beşdar gelekî lawaz e.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply