
Ewilî wiha bibêjim, ez bi xwe ji çîrokên gelêrî re çîrçîrok dibêjim, çimkî çîrçîrok û çîrok ji hev cuda ne. Çîrçîrokên me çîrokên kal û bapîrên me ne, hiş û bîranên me ne. Civaka me bi wan mezin bûne û gihaştin vê astê. Çîrçîrok herçiqas wek ji çîrînê û berxwe ve hatibe gotin û hûnandin lê bingeh ne vala ye. Tê de edebî û hûnerî heye û bûye çand ji gele me re, çanda wek kelpîçê ji gele me jê nabe.
Me tevan li cem dê û bav, kal û pîrên xwe çîrçîrok guhdar kirine yan di civakê de me çîrçîrok guhdarî kirine û bihîstiye. Tê de dîrok, eşq, tirs, êş, ceribandin, bîranîn û egîtên mêrxas henin û û ji me re bûne hiş û bîranîn…
Demeke berê yekê nas ji min pirsî, got “Tu çima çîrçîrokan dinivîsî? Êdî wexta çîrçîrokan çûye, tu beredayî dinivîsî. Min jî got çima wextan çîrokan çûye keko, çîrçîrokên me biqîmet in. Min jî jê pirsî “Tu fîlmên tirkî yan filmê biyanî temaşe nakî û tu li wir çi dibînî?” got “Erê, ez temaşe dikim.” Min jî jê re got “Ew çîrokên filman ma tev rast dibînî, tev tê nivîsandin lê dibe ku hinek jî rast bin, lê piranî fîlmên ku têne çêkirin wek xeyal û berxwe ve tên nivisandin. Çîrçîrokên me jî ji ku hatiye, ma ez, tu yan em me ji dê û bavên xwe qet çîrçîrok nebihîst? Wexta ku me guhdar dikir em çiqas bibandor diman, bi tirs yan bi heyecan….
Çîrçîrokên wiha zengîn û dewlemend gelo çima em çîrçîrokan biçûk dibînin yan çîrçîrokên kurdî ji hesabê derdixin. Qîmet nedayîna çîrçîrokên xwe wek xwebiçûkdîtine, jixwe nebawerbûne…ma bi tirkî yan erebî, yan bi îngilizî çîrçîrok tunin çima çîrçîrokên kurdî tunebin?
Vê dema ku em têde dijîn ji bo ku neslên nû ku xwe wenda neke û çanda xwe bielime, jê dûr nekeve û bîr û baweriya neslên nû ji çanda gel qut nebe, pirên dewlet bi milyar dolaran xerc dikin, mihrîcan û festîwalan, çalakiyan çê dikin, sinemayên fîliman amade dikin, ji bo çandê li her bajarê malên çandê çêdikin, war û gundan çê dikin. Em jî ji hev re “çîrçîrok yan çîrok çi ye lo, dev ji çîrçîrokan berdin.” dibêjin
Jibîr nekin lixwedî derketina çîrçîrokan li xwedî derketina gel û ziman e, ku çîrçîrokên kurdî ji holê rabin zimanê kurdî jî ra dibe.
Gotara berê: Rêwîtîya Ber bi Cizîrê û Pirsek!
Gotarên Têkildar
Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî


