Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Xerîbî Zor e, Sirgûnî Zehmet e!

”Bila biqede sirgûnîya min, dixwazim di welatê xwe de bijîm, bihêlin di welatê xwe de bimirim.” OVÎDÎUS   Xerîbî zor e. Jîyandina sirgûnîyê zehmet e. Hezar derd û kul, êş û kelemê wê heye. Li ser zor û zehmetîya xerîbîyê nivîskarên edebîyata cihanê gelek nivîsên baş û balkêş, û gelek …

Read More »

Nivîskarên Kurd Yên Sirgûnê

“Her welat ji insanên wî welatî re welat e, ji yekî din re jî cihê sirgûnê ye.” S. ELÎOT Ji gelek welatan, nivîskarên wî welatî ji ber sedemên sîyasî ji welatê xwe bazdane û çûne welatekî din û ew welat ji xwe re kirine cihê jîyanê, li wir bi cih û …

Read More »

Edebiyat û Dîrok

Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman. Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem …

Read More »

Hewar û Ronahî

Kovara Kurdî : Hawar Ne hewce ye ku mirov pesnê Hawarê bide. Hemû kurdên xwendevan yên ku bi Kurdî dixwînin û dinivîsînin kovara Hawarê bafl nas dikin. Kovara kurdî Hawar bi naveroka xwe ve, bi xebat û berhemên xwe ve ekolêk di nav rewflenbirên(ronakbirên) kurd de cîh girtîye. Hawar di …

Read More »

Polat: Bi Kurdî Pirtûka Pedagojîyê

Ji bo ku li bakurê Kurdistanê kurd desthilatdar ne bûne û dewleta kurdan tune bûye, lewre jî kurd ji gelek tiştan bêpar mane. Kar û xebatên ku niha têne kirin, pirên wan destpêk in. Hinek pirtûkên li ser hinek mijaran weke destpêkê yên yekemîn û pêngavên pêşîn in. Pirtûkên li …

Read More »

Yekemîn Romana Polîsiye bi Kurdî

Romana Osman Geylanî ”Tevn” di nav weşanên ”Nûbihar”ê de derketiye. Roman 212 rûpele û ji 14 beşan pêk hatiye. Li ser berga pêşî a romanê nivîsîn e ku ”yekemîn romana polîsiye bi kurdî”ye. Ez ji xwendina romanên polîsiye hez dikim. Min gelek romanên polîsiye yên nivîskarên ewropî, bi taybetî jî …

Read More »

Kovar, Nivîs û Nivîskar

Rewşa civaka kurd û nivîskarîya kurdî ne weke neteweyên din e. Neteweyên ku xwedî dewletin, bi sedan, bi hezaran kovar û rojnameyên wan û bi hezaran nivîskarên wan hene. Binêrin li Swêdê hejmara nivîskarên ku endamên yekîtîya nivîskarên Swêdê ne ji sê hezaran pirtir in. Li bakurê Kurdistanê ji blî …

Read More »

Tahtên Bilind Çîroke Yan Kurteroman e?

Pirtûka birêz Kek Mihemed Seîd Temel a bi navê ”Tahtên Bilind” di nav weşanên ”Nûbihar”ê de di sala 2017 de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 120 rûpele. Li dawiya pirtûkê ferheng jî heye. Di ferhengê de maneya gelek peyvên kurdî hene. Hinek peyvên kurdî sînonîmên hev in. Peyv cuda bin jî …

Read More »

Çîrokek dramatîk: Çûka Keko Peko

Ez li Stockholmê (Swêdê) dijîm. Dema ez diçime Stenbolê û Amedê pêşî diçime dikanên pirtûkfiroş ên ku pirtûkên kurdî difroşin. Di dikanan de ez li pirtûkên kurdî yên ku nû derketine dinêrim. Di lênêrîna min de bala min kişand, pirtûkên romanên kurdî hindik bû û pirtûkên çîrok, kurteçîrok û helbestan …

Read More »