Dibistana Nivîskaran

Rojname û kovar dibistanên nivîskaran in. Niha li wan malperên elektronîk zêde bû. Malper, kovar û rojnameyên elektronîk yên ku di înternetê de têne weşandin bûne cih û warê nivîsîne, anku bûne dibistana nivîskaran.

Înternet tişteke wisa giranbiha û hêja ye ku, li ser girîngîya wê mirov çi bibêje jî kêm dimîne. Înternet şoreşa teknîkîye û ji bo mirovahiyê xizmeteke bêpayan e. Dinya –cîhan- bi saya wê hate guhartin û pêşveçûnên sosyal civakî pêk hat. Înternet ji bo tevahiya gel û neteweyên cîhanê haceteke giranbihaye, lêbelê ji bo me kurdan hîn bêtir bi qîmet e, giranbiha ye. Yanî feydeya wê ji temamê gelên cîhanê re çê bû, lê ji me kurdan re hîn bêtir bi feyde bû.

Niha di malperên înternetê de, di kovar û rojnameyên elektronîk yên kurdan de bi sedan kes bi kurdî û bi hezaran kes bi tirkî dinivîsin. Ji xêra malperên –weşanên – kurdan yên elektronîk hejmara nivîskarên kurd gelek zêde bûye. Kesên ku berê qet bi kurdî nedinivîsand, niha di malperên kurdan de bi kurdî dinivîsin. Kovar û rojnameyên çapê li gor rûpelên standart têne weşandin. Ji bo ku hejmara rûpelên wan sînorkiriye, ew nikarin her nivîsê biweşînin. Lewre jî ew nivîsan heldiçinin û yên diecibînin, diweşînin. Weşanên elektronîk ji hêla rûpelan ve bêsînorin û di hejmarek kovareke elektronîk de bi qasî deh hejmarên kovarên çapkirî nivîs têne weşandin. Weşandina nivîsan xwedî nivîsan teşwîqê nivîsînê dike, moral dide wan û ew jî nivîsên nû dinivîsin û xebata xwe ya nivîsînê didomînin.

Naveroka kovar û rojnameyên elektronîk wisa dewlemend in ku, mirov dikare bibêje her weşan bi serê xwe weke deryayê ye û pirrengîn e. Mirov di înternetê de li çi bigere heye. Di malperên kurdan de li çi mijarê bigere, miheqeq heye. Pircureyî, weşandina babetên curbecur dewlemendîya wan weşanan e.

Piranîya rêxistin û partîyên kurdan, weşanxaneyên kurdan û herweha komeleyên sivîl yên demokratîk û girseyî di înternetê de malper vekirine û dest bi weşanê kirine. Di van malperan de mirov bi hêsanî dikare derbarê weşanxane, komele û partiyan de agahdarî werbigre û bernameyên –programên- wan bixwîne, ji çalakîyên wan hayidar bibe.

Her diçe kovar û rojnameyên kurdan yên matbû (yên ku li ser kaxiz li matbaayê têne çapkirin) kêm dibin û weşanên elektronîk yên înternetê zêde dibin. Helbet hinek weşanên kurdan hene hem weke matbû li ser kaxiz û hem jî di înternetê de têne weşandin. Herweke kovara Deng, Kovara Kund, kovara Dilop, Kovara Kurd Tarihi, Kovara Sosyalîst Mezopotamya, rojnameya Azadîya Welat, Ozgur Polîtîka ûYeni Yaşam. Weşanên kurdan yên înternetê, li gor perîyoda rojane, hefteyî û mehane têne weşandin. Hinek malper herroj têne nûhkirin, hinek heftê careke û hinek jî weke kovarên mehane têne weşandin.

Di hinek malperan de nûçeyên flaş û nirxandinên balkêş têne weşandin. Gelek nûçeyên girîng ku di malperên kurdan de têne weşandin, di weşanên matbu de nayên weşandin. Di hinek malperan de forumên gengeşiyê hene û li wir minaqeşe têne kirin. Di Paltalkê de bi zindî û di forumên gengeşiyê de bi nivîskî li ser gelek mijarên curbecur minaqeşe hene. Feyzbok ji xwe buye karanîna rojane.

Ez her roj dikevim înternetê û li malperên kurdan dinêrim. Li kovarên elektronîk ên di înternetê de têne weşandin dinêrim. Weke rojane malperên ku ez her rroj li wan dinêrim û nivîs û nûçeyên wan yên nû dixwînim gelek in.  Ez her roj li malpera Çandname jî dinêrim û nivîsên nû ku têne weşandin, dixwînim. Gelek malperên kurdên rojhilat û başur hene. Lê, ji bo ku ew alfabeya erebî bikar tînin, ez li wan malperan nanêrim. Ez li çend malperên kurdên binxetê jî dinêrim.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *