Şîraniya Bîhokan

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Bîhok: 4 heb

*Şekir: 2 qedehên avê

*Kakilên fisteqan: Qedehek avê

*To: 2 kevçiyê xwarinê

*Leymûn: Hebek

*Av: Têra pijandina bîhokan

ÇÊKIRINA ŞÎRANIYA BÎHOKAN

Bîhokên xwe bişon, biqeşêrin û bi kêrê bikin du qet. Ji bo ku bîhokên we  reş nebin demekê di nav ava leymûnê de bihêlin. Keriyên bîhokan li binê beroşê bi rêz bikin, şekirên xwe wekî hev li ser bîhokan bireşînin, bi qasî ku bê nîvê bihokan, avê bixin beroşê. Çend parçe qalik û çend heb dendikên bihokê bixin nav ava wê û deynin ser argûnê. Li ser agirekî kiz ango kêm bila bipijin, heta ku binermijin û rengê xwe hilînin. Paşê agir ji binê beroşê bitemirînin, dema şîraniya we sar bû, ser wê bi toyê mast û kakilên fisteqan bixemlînin û deynin ser sifreyê.

Noşî can be

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *