Guweç

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 6 kesan

*Goştê berxan (ên bihestî): Kîloyek

*Firingî: Kîloyek

*Îsotên hêşîn (ên tûjikî):  10 heb

*Balîcan: 2 heb

*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê

*Salçeya firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Sîr: Seriyek

*Xwê û av: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA GUWECÊ

Zebzeyan pir baş bişon. Firingiyên xwe di derdanekê de hûr bikin. Balîcanên xwe bikin kabik, bişon û dawerivînin. Îsotên xwe yên şîn, bikin keriyên dirêjik û bixin derdanekê, sîrên xwe kaşûr bikin bila wekî diran û hebhebî bin.

Pêşî nîvê firingîyan bixin binê dîzikê, piştre goştê xwe yê şûştî û hûrkirî li ser firingiyan raxin. Firingiyê mayî li ser goşt rast bikin, balîcanên xwe yên hatine hûrkirin berdin ser, seriyên sîran ên hebhebî û îsotên xwe yên hêşîn bixin serê, rûnê wê li ser bigerînin, devika wê bigirin û bişînin firina sûkê (dikarin di firina malê de jî çêkin). Ev dîzî di firina germ de herî kêm  du saet an du saet û nîv dimîne. Dema we dîzî ji firinê anî, bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *