Pereşût
Pereşûtvanan wê ji firokê xwe bavêtana erdê. Yekî ji havalê xwe pirsî:
-Eger pereşût venebe wê çawa bibe?
Havalê wî:
-Meraq meke, wê demê tu dê berî herkesî dakevî erdê.
Xewa Bi Zor
Lawikekî gazindên xwe bi havalê xwe dikir:
-Ez qet tê nagihijim. Bi şev hêj xewa min nehatî, diya min bi darê zorê dixe nav nivînan. Serê sibê jî min bi zor ji xew radike. Mea gelo diya te jî wisa dike?

Napolyon û Dîn
Napolyon diçe nexweşxaneya dînan û seredana wan dike. Yekî dîn berê xwe dide Napolyon:
-Tu kî yî?
-Ez Napolyon Bonapart im
-Meraq meke, cara pêşin min jî welê dest pê kiribû.
Midûr
Midûrê bexçeyê heywanan derketibû sehîtiyê. Di ber qefesa şêran de derbas bû. Şêrekê ji havalê xwe re got:
-Ev midûrê nû qelew xuya dike, înşaellah ji yê par bi tamtir be.
Nivîskar: Abulkadir Bingöl