
Rexneya Derûnî (Psychological Criticism)
Destpêk
Peywendiya di navbera edebê û derûnnasiyê (Psychology) de pir kevn e. Rehên vê rêbazê digihîjin serdema Platon û Arîstoteles. Platon qala bandora xirab a berhemên helbestvanan li ser ciwanan dikir. Piştre Arîstoteles qala bandora berhemên edebî, bi taybetî trajediyê (Tragedy), li ser derûniya temaşevanan kir û têgeha paqijbûna giango ango qatarsîs (Catharsis) anî ziman. Lê bi awayekî akademîk, ev rêbaz di destpêka sedsala 20an de bi destê Sigmund Freud weke rêbazeke rexneyê derket holê. Paşê bi destê Alfred Adler, Carl Gustav Jung û yên din hat pêşxistin û geş bû.
Rexneya derûnî (Psychological Criticism) yek ji wan rêbazan e ku aliyên veşartî û nezelal ên teksta edebî eşkere dike. Li gorî vê rêbazê, rexnegir (critic) teksta edebî dike rê ji bo eşkerekirina wan aliyên veşartî û nezelal ên ku nivîskar di berhema xwe de, hem bi zanebûn hem jî bêyî ku jê haydar be (derhişî), nivîsandine. Ji bo ku rexnegir bikaribe wan aliyan eşkere bike, pêwîst e ku ew li ser jiyana nivîskar şareza be. Herweha tê gotin ku nêzîkbûna rexnegir û nivîskar an jî agahdariya berfireh a rexnegir derbarê nivîskar de, alîkariya wî dike ku aliyên veşartî yên teksta edebî baştir eşkere bike. Bi kurtî, armanca bîrdoziya derûnî (psychological theory) ew e ku rexnegir li gorî vî cureyê rexneyê hêman, kod, deq, nîşan, sembol (symbol) û aliyên veşartî û nezelal şirove bike.
Bingeha Dîrokî û Bîrdozî
Peywendiya edeb û derûniyê ji ber vê yekê girîng e ku berhema edebî tenê berhemeke hunerî ya sar nîne; ew encama ezmûn, tirs, rageşî, arezû, daxwaz, êş û xeyalên mirovekî ye. Nivîskar dema dinivîse, ne tenê raman û hizrên xwe yên eşkere, lê hin tiştên ku hê jî ji xwebûna xwe re nezelal in jî tîne ser kaxezê. Rexneya derûnî dixwaze van qatên bin û der-rû yên tekstê bibîne.
Di vê rêbazê de sê pirs bi giranî tên pirsîn. Ya yekem: Nivîskar çima ev berhem afirand û kîjan hêzên navxweyîn (hundirîn) ew dan nivîsandinê? Ya duyem: Şexsiyet û qarakterên (characters) di berhemê de çawa tên fêmkirin û reftar û tevgerên wan çi nîşanî me didin? Ya sêyem: Xwendevan (reader) dema berhemê dixwîne çi hest û nest pê ve dibe û çima? Her teoriyek ji van pirsan bi awayekî cuda bersivê dide û cudahiya di navbera Freud, Adler û Jung de jî ji vir tê.
Divê neyê jibîrkirin ku zanyarê Amerîkî William James di dawiya sedsala 19an de ji bo geşedana derûnnasiya nûjen roleke girîng lîst; lê ya ku vê zanistê bi edebê ve girê da, bi taybetî dahûrîna kûr a derûnî ye an derûnkolerî (psychoanalysis) ya Freud bû.
Sigmund Freud
Sigmund Freud yek ji pêşengên vê rêbazê (derûnkolerî) ye. Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, di warê derûnnasiyê de şoreşeke mezin çêkir. Di vê serdemê de lêkolîn û pirtûkên wî belav bûn û bûne sedema avabûna rexneya derûnî bi awayekî akademîk. Bi taybetî pirtûka wî ya bi navê “Şirovekirina Xewnan” (The Interpretation of Dreams) ku di sala 1899an de hat çapkirin (li ser rûpelê pirtûkê dîroka 1900 hatiye nivîsandin), girîng e. Di vê pirtûkê de Freud fikr û ramanên xwe yên li ser xewn, derhişî, arezû û daxwazên veşartî eşkere kir û li ser vê bingehê derûniya mirov li sê beşan dabeş kir (ez, ew û eza bilind.
Sê beşên kesayetiyê
Ez (Ego). Ez ew aliyê kesayetiyê ye ku xwe bi derdor, jîngeh, qanûn, destûr, dab û nerîtên civakî re li hev tîne. Ew aliyê aqilmend û realîst ê mirov e. Ji ber vê yekê her tim hewl dide ku di navbera “Ew” (Id) û “Eza bilind” (Superego) de hevsengiyê çêbike.
Ew (Id). Ev beşa kesayetiyê ya herî kevn û herî xwezayî ye û li gorî rêgeza kêfê (pleasure principle) tevdigere. Di vê beşê de mirov bi tevahî azad e: arezû, daxwaz û hezên di dilê xwe de bêyî ku guh bide dab, nerît, qanûn û destûrên civakê dixwaze. Di berhema edebî de, ev aliyê veşartî yê nivîskar dikare bi rêya sembol, xeyal û qarakteran eşkere bibe.
Eza bilind (Superego). Eza bilind temsîla qanûn, dab, nerît, jîngeh, olê û civakê ye. Ango ew çavdêr û pêgîr e. Ew wijdan û hişmend (conscience) û pîvana sinc û exlaqî ya mirov e û her tim hewl dide ku arezû û daxwazên “Ew”ê kontrol bike û kesayetiyê ber bi qalibên civakê ve bibe. Bi vî awayî kesayetiya mirov li dora sê aliyan, weke sêgoşeyekê, dizivire û her dem di navbera daxwaz, aqil û exlaqê de ye.
Berhema edebî weke xewn
Li gorî Freud, berhema edebî weke xewnê ye. Her du jî riyên ku mirov bi wan daxwaz û hezên xwe yên veşartî (derhişî) tîne ziman. Ev daxwaz û hez ji zarokatiyê heta mezinbûnê di derhişiya (unconscious) mirov de veşartî dimînin. Nivîskar ji ber sedemên civakî û olî nikare bi eşkere qala wan arezû û daxwazan bike; ji ber vê yekê bi rêya xewn, xeyal an berhema edebî wan derdibire. Li vir mekanîzmayên berevaniyê yên weke tepisandin (repression), cihguhertin an veguherandin (displacement) û pêkvegirtin (condensation) dixebitin û daxwazên neqebûlkirî di forma sembolan de xuya dibin.
Freud wisa bawer dikir ku hemû daxwaz û hezên di dilê mirov de di bingeha xwe de zayendî ne û wî ev vejen û enerjî bi navê “Lîbîdo” (Libido) binav kir. Ji ber vê yekê, bi kurtî, li gorî Freud huner û edeb berhema daxwaz û hezên zayendî ne. Ango ev arezû û daxwazên zayendî dibin sedema afirandina edebî û berhema edebî bi aliyê hest û nest û derhişiya mirov ve girêdayî ye. Daxwaz û hezên mirov di nestê de kom dibin û mirov wan bi rêya xewn an berhema edebî derdixe holê. Di vê çarçoveyê de, pêvajoya afirandinê weke “bilindkirin” an “berzkirin” (sublimation) tê şirovekirin ango veguherandina enerjiya veşartî ber bi karekî hunerî yê qebûlkirî ya civakî ve diçe.
Sê asta hişê mirov
Herweha, li gorî Freud, “hişmendî (consciousness)”, “derhişî (unconscious)” û “berhiş (preconscious)” sê tiştên ji hev cuda ne.
Hişmendî (Consciousness). Ev aliyê mirov e ku bi awayekî eşkere qala tiştan (heyber) dike. Ango mirov di dema axaftinê de haydar (hişyar) e ku çi dibêje û çima dibêje.
Derhişî (The Unconscious). Nest û derhişî aliyê veşartî yê mirov e. Hebûna daxwaz û hezên veşartî di dilê mirov de nesta (dehişî) wî pêk tîne. Mirov carinan qala hin tişt û heyberan (object) dike bêyî ku haydar (hişmend) be; ev yek ji nest û derhişiya wî tê. Ji ber vê yekê, ji bo rexneya derûnî, ev qad cihê herî girîng ê lêkolînê ye, lewre nivîskar di vê qadê de heyber û tiştên ku bi zanebûn nikare bibêje tîne zimên.
Berhişî (Preconscious). Ev qonaxa navbeynê ye di navbera hişmendî û derhişiyê de. Naveroka wê niha ne di hişmendiyê de ye, lê dikare bi hêsanî were bîranîn û bibe hişmendî. Weke nimûne, navekî ku niha di bîra me de nîne lê piştî çend kêliyan tê bîra me.
Bandora Freud li ser rexneya edebî
Bi rêya Freud, rexnegirên edebî dest bi xwendina berhemên edebî weke “nîşan” (symptom) kirin. Li gorî wan, qarakterek, rûdanek an sembolek dikare tiştekî veşartî yê nivîskar nîşan bide. Mînakeke navdar a vê rêbazê şirovekirina trajediya Hamlet a Shakespeare ye ku Freud û şagirtên wî tê de girêke (complex) weke “Girêka Odîpûs” (Oedipus Complex) dîtin. Her çiqas ev rêbaz piştî wî ji aliyê gelek rexnegiran ve hat rexnekirin jî, bandora wê li ser edebê berdewam kir.
Alfred Adler
Alfred Adler hevkar û şagirtê Freud bû, lê piştre ji mamosteyê xwe qut bû. Di piraniya ramanan de li dijî wî derket û rêbazeke taybet ji xwe re ava kir ku jê re “Derûnnasiya Takekesane” (Individual Psychology) tê gotin. Li gorî Adler, Freud di mijara arezû û daxwazên zayendî yên nivîskaran de şaş e. Adler digot ku ew ne arezû û daxwazên zayendî ne yên ku dibin sedema afirandina edebî, ji ber ku daxwaz û hezên mirov li ser Ezê (Ego) ava dibin.
Têgeha qerebûkirinê
Adler têgeha “Qerebûkirinê” (Compensation) pêş xist û ramanên xwe li ser ava kirin. Ew di vê mijarê de di bin bandora fîlozofê Alman Friedrich Nietzsche de bû ku li ser “vîn û daxwaza hêzê” (will to Power) rawestiyabû. Ev felsefe wiha ye ku pêşbazî di jiyanê de berdewam e. Ango her mirov pêşbaziyê dike da ku xwe pêş bixe, bigihîje cihekî bilindtir û xwe îspat bike. Lê gava mirov têk diçe, di her waran de hest bi kêmasiyê (Inferiority) dike. Ji vir têgeha qerebûkirin derket holê.
Li gorî Adler, nivîskar xwedî kêmasî û kêmanî ne û ew di berhema xwe de qala wan kêmasiyan dikin. Ev yek qerebûkirin e. Ango gava nivîskar di jiyanê de bi kêmasî û pirsgirêkan re rû bi rû dimîne, di berhema xwe de qala wan dike, an jî bi rêya afirandinê hewl dide wan kêmasiyan telafî bike. Ev kêmasî dikarin bi sedemên weke “rewşa civakî, endamtî, rewşa aborî, perwerdehiya xirab û kar” ve girêdayî bin. Ji ber vê yekê, rexnegirê ku li gorî Adler dixebite, li ser wê yekê disekine ka kêmasiyên nivîskar di berhema wî de çawa xuya dibin: bi şêweyê qarakterên bi hêz, hêvî û xeyalên mezin, an jî bi şêweyê êş û tengasiyên ku ew li ser dinivîsîne.
Cudahiya wî ji Freud
Adler ewqasî girîngiyê nade aliyê nest û derhişiya mirov. Heta “hest û nest”ê ji hev cuda nake. Ev yek berevajiyê Freud e, ji ber ku Freud “hest û hişmendî” û “nest û derhişî” ji hev cuda dikir. Ji bo Adler, mirov bi tevahî yekparçeyek e û armancên wî yên jiyanê, ên civakî û takekesane, bi hev re reftar û tevgera wî diyar dikin. Ji ber vê, di rêbaza Adler de giraniya sereke ne li ser arezû û daxwazên zayendî ne, lê li ser ezmûnên jiyanê û nêzîkbûna mirov a bi civakê re ye.
Carl Gustav Jung
Carl Gustav Jung zanyarekî derûnnasiyê yê Swîsrî û hevkar û şagirtê Freud bû. Wî gelek sûd ji ramanên mamosteyê xwe wergirt. Her du jî girîngî dan aliyê nest û derhişiya mirov û nest weke çavkaniya afirandina edebî dîtin. Lê Jung ji Freud cuda dibe, ji ber ku li gorî wî tenê daxwaz û hezên di hundirê mirov de nikarin bandorê li ser reftar û tevgerên mirov bikin. Aliyên derdorê weke ol, civak, efsane û yên din, ên ku di dirêjahiya dîrokê de ji hemû mirovan re hevpar in, jî bandora xwe li ser mirov hene. Herweha Jung têgeha lîbîdoyê ne tenê weke enerjiya zayendî, lê weke enerjiyeke giştî ya jiyanê dibîne.
Derhişiya hevpar
Bi kurtî, Jung têgeha derhişiya hevpar (collective unconscious) anî nav bîrdoziya derûnnasiyê. Li gorî wî, ev nest (derhişî) ji nifşekî ji nifşê din re tê veguhestin; ne bi rêya serpêhatiyên rewşenbîrî, xwendin û perwerdeyê, lê weke mîrasekî ku mirov bi xwe re tîne dinyayê. Weke nimûne, “Sêrbaziya reş” di piraniya olan de bi awayên cuda, weke Şeytan, Îblîs, Ehrîmen û yên din, xuya dike. Ango hemû dab û nerîtên bav û bapîrên me di derhişiya hevpar de kom dibin û paşê nivîskar qala van dab, nerît û efsaneyan di tekstên edebî de dike, hem bi zanebûn hem jî bêyî ku jê haydar (hişmend) be.
Arkêtîp
Jung ji bo vê derhişiya hevpar têgeha “arkêtîp” (Archetype) bi kar anî. Arkêtîp wêne û şêweyên bingehîn ên mirovahiyê ne ku di efsane, çîrok, xewn û huner de dîsa û dîsa xuya dibin. Weke nimûne: Dayîka Mezin (The Great Mother), Egît û Qehreman (The Hero), Serê Pîr û Têgihiştî (The Wise Old Man), Siya (The Shadow) û Anîma/Anîmûs (Anima/Animus). Ji ber vê yekê dema di çîrokên gelêrî û berhemên edebî yên welatên cuda de motîfên mîna hev têne dîtin, Jung wan bi derhişiya hevpar ve girê dide. Ji bo rexneya edebî, ev têgeh gelekî bikêr e, lewre rê dide ku berhem di çarçoveya efsane û çandê de bêne xwendin.
Rola jiyana nivîskar
Jung girîngiya huner û edebê di eşkerekirina jiyana nivîskar û hunermendan de qebûl dike. Lê di heman demê de jiyana nivîskar ne weke tiştekî bingehîn ji bo berhema edebî dibîne, belkî tenê weke alîkar û piştgir. Ji bo wî, berhemeke mezin ji sînorê jiyana takekesane derbas dibe û nûnerê giyanê civakê û mirovahiyê ye.
Charles Mauron
Charles Mauron rexnegirekî Fransî ye û li gorî rêbaza Freud diçe. Wî bi xwe eşkere kiriye ku ne zanyarê derûnnasiyê ye, lê rexnegirekî edebî ye. Dixwaze bi rêya berhema edebî rewşa derûnî ya nivîskar şirove bike. Wî bîrdoziya Freud a ku “Hişmendî” û “Derhişî” ji hev cuda dike, bi qebûlkirinek baş pejirand. Li gorî Mauron, derhişiya mirov di berhema edebî û xewnan de eşkere dibe. Li vir peywendiya di navbera berhema edebî û derhişiyê de diyar dibe, lewre berhema edebî derbirîna derhişiya nivîskar e.
Rêbaza Mauron ji ber navê xwe, “Derûnrexne” (Psychocriticism), tê nasîn. Wî wisa bawer dikir ku divê rexnegir ji ber hev bide ser çend berhemên nivîskarekî da ku wêne û metaforên ku dîsa û dîsa xuya dibin bibîne. Ev wêneyên dubarebûyî, yên ku di berhemên cuda de li hev tên, weke nîşana derhişiya nivîskar tên hesibandin û bi rêya wan “efsaneya takekesane” (personal myth) a nivîskar tê vedîtin. Bi vî awayî rexnegir ne tenê li ser berhemeke yekane disekine, lê tevahiya berhemên nivîskar weke tevnekê dixwîne.
Ji ber vê yekê armanca rexneya derûnî ew e ku aliyên veşartî di berhema edebî de eşkere bike. Mauron di warê rexneya derûnî de lêkolîn li ser berhemên Mallarmé, Racine (tevî “Phèdre”), Baudelaire û yên din kirine.
Encam
Rexneya derûnî rêyeke girîng e ji bo têgihiştina aliyên veşartî yên berhema edebî. Freud bingeha vê rêbazê danî û berhema edebî bi xewnê û bi derhişiya nivîskar ve girê da. Adler li şûna daxwazên zayendî, qerebûkirina kêmasiyên jiyanê û rola Ezê û civakê anî pêş. Jung ev qad berfireh kir û derhişiya hevpar û arkêtîpan danî nav bîrdoziyê (teoriyê), bi vî awayî rê da ku berhem di çarçoveya çand û efsaneyên mirovahiyê de bêne xwendin. Mauron jî vê teoriyê bi awayekî rêbazî ji bo rexneya edebî sepand û li ser wêne û metaforên dubarebûyî rawestiya.
Her çiqas ev rêbaz carinan hatiye rexnekirin jî, ji ber ku dikare berhema edebî bi tenê bi derûniya nivîskar ve girêbide û nirxê hunerî ya tekstê paşguh bike, dîsa jî ew qadeke kêrhatî ye ji bo fêmkirina wê yekê ka nivîskar çima dinivîse, qarakter çawa tên afirandin û xwendevan çima bi hin berheman ve girêdayî dibin. Ji ber vê yekê divê rexnegir vê rêbazê bi hişyarî û hişmend bi kar bîne û bi rêbazên din ên rexneyê re hevsengiyê çêbike.
Çavkanî
- Rêbîn Xelîl Qadir, Mêtodî Rexne Tewawkarî (El-Tekamîlî) le Rexney Edebî Kurdî da.
- Rêbîn Xelîl, Mîtodî Rexney Derûnî le Biwarî Edeb da, K. Raman, J. 170, Weş. Xanî, Duhok, 2011.
- Heme Mentik, Mîtodî Rexney Derûnşîkarî, Dîdarî rexney edebî kurdî, ji weşanên YNK, Weş. Roj Helat, Hewlêr, 2014.
- Helmet Bayîz Resûl, Rehendî Derûnî le Çirokekanî Şêrzad Hesen da, Weş. Mukurango, Hewlêr, Ç. Yekem, 2012.
Brahîmê Alûcî | Derûnnas| Mêrdîn
Gotara berê: Di Nav Payîz û Zivistanê de Ked, Bîr û Berxwedan
Gotara piştî: Xizmete Miletê Xwe Bike
Gotarên Têkildar
Zimanê Nivîskî û Devokên Zimanê Kurdî
Navên ku nedihatin gotin, lê evîneke kûr di dilê wan de hebû

