
Îro li Pêşangeha Kitêban a Zaxoyê, min çîrokeke trajîk bihîst, dixwazim bi we re parve bikim:
Ev mêrê li aliyê çepê navê wî Niştîman e. Pîrejina di navbera min û Niştîman de jî navê wê Amîna ye.
Îro Niştîman hat ber standa Nûbiharê, li kitêba me ya «Tarîxu Hisn Keyfa / Tarîxa Heskîfê» nêrî û got, “ezê hinekî bigerim, paşê vegerim vê kitêbê bikirim”, û çû. Piştî demekê, ev pîrejina bi navê Amînayê hat ber standa Nûbiharê. Li çend kitêban nêrî, me hinekî sohbet kir. Min jê re got: “Xaltî, axaftina te pir dişibe ya Bedlîsiyan.
Tu ji ku yî?”
Got: “Ez ji bajarê Wanê me.”
Min got: “Hûn li Zaxoyê çi dikin?”
Got: “Em bi macirî hatine vir.”
Min got: “Macirê çi?
Got: “Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dema Rûsan û Ermenîyan bajarên wek Wan, Bedlîs û Mûşê dagîr kiribûn, wê demê malbata me bi macirî hatiye Zaxoyê.”
Sohbeta min û Xaltîka Amînayê hîn neqediyabû, Niştîman ji bo kirîna wê pirtûkê vegeriya standa me.
Min jê re got: “Kek Niştîman, eslê Xaltîka Amînayê ji cem me (ji Bakurê Kurdistanê) ye.”
Niştîman got: Ji ku ye?”
Xaltî got: Em ji Wanê hatine.”
Niştîman got: “Xaltî, eslê me jî ji Wanê ye.”
Xaltî pirsî: “Hûn kengî hatine?”
Niştîman got: “Kalikê min digot ’em ji ber êrişên Rûsan ji Wanê hatine Zaxoyê.’ Dema ku hatine, di rê de sê birayên kalikê min ji ber sermayê qefilîne û mirine. Berf ewqas zêde bûye ku nekarîne wan di bin axê de defin bikin; lewma hersê di bin berfê de veşartine.”
Piştî ku Xaltîka Amîna û Niştîman hinekî sohbet kirin, tew nasê hev derketin. Min ji xaltîka Amîna û Niştîman destûr xwest ku bi wan re resmekî bikşînin û parve bikim. Wan jî destûr da.
(Herî dawî vê jî bêjim ku pîrikek dayika min jî Macir bû).
***
Vêca ev tenê ne çîroka du kesên macir bû; ev parçeyek ji tarîxa gelê me ye. Ew tarîxa ku mişt û tijî ye bi trajediyên wek xurbet, windabûn, qefilîn, koçberî û mirinê. Mixabin, tarîxa vê “macirîya Kurdan”, yanî koçberîya Kurdan a di dema Cenga Cîhanê ya Yekem de, hîn jî bi awayekî berfireh û zanistî nehatiye vekolandin û tomarkirin. Lewma jî hin ji xelkê me, ji dêlva ku li ser miriyên xwe bigirîn, her tim li ser miriyên xelkê digirîn.
Huseyn Zana
Ji rûpela înstegramê hat standin
Gotara berê: Revokê Dîrokê
Gotara piştî: Divê em ji xwe re demê veqetînin
Gotarên Têkildar
Komara kurdî ya 1946ê – avabûn û ruxîna wê
Agahiyeke Nû û Girîng a Dîrokî: Zanyarekî Nû Tevlî Cîhana Wêjeyê û Arkeolojiyê Dibe


