
Ez revokê dîrokê me ku zor li min tê direvim paşerojê. Dema ku jiyan dixitime ji bîranînên bavûkalan pêve ji min re ti rê namîne, ji mirîyan pêve ti heval namînin.
Mirî, mirî ne: Napeyivin, nahesînin, nabînin. Yê ku wan zindî dikin û tînin dema niha em in. Em peyvên wan bi lêv dikin, ramanên wan tînin rojevê, cil û bergên wan li xwe dikin da ku em jî piçekî xuya bikin.
Zindî, hebûna min qebûl nakin, min bi tiştekî nahesibînin lewma ez hebûnê bi saya mirîyan îspat dikim. Dîroka ku ji wan maye, ji min re delîla hebûnê ye lewra ew bavûkalên min in, li ser axa ku dijim ew jî jiyane. Ez bi wan re dimeşim, ji wan aqil digirim, lehêngîyên wan ji min re fors e, rih bi min tê ku ez li çîrokê wan dihisînim.
Hemû çîrokên bavûkalan bi serkeftî dawî nabin. Hingî min xwe bi wan ve girê daye ku ew têk diçin ez jî têk diçim ku ew carekê dimrin ez her roj dimrim lewra ez hê nemirî me lê hişê min bi mirîyan re ye, dilê min ji mirîyan re dixwaze.
Ez nikarim zora zindîyan bibim lewma bi mirîyan re şer dikim. Çekên zindîyan dijwar in, mirov pê dimre lê çekên mirîyan, ên bavûkalan in em pesnê xwe bi wan didin, bi xeyalên wan çekan direvin dîroka çêkirî, em sebra xwe bi honaka wan a bûyerên çêkirî tînin û di filîman de temaşa dikin.
Kî bixwaze ku xwe bike tiştek pêşî bi mirîyan re şer dike. Pêşî bi ramanên mirîyan re pev diçe. Dixwaze wan ramanan pûç û betal bike da ku karibe di şaxa zanîsta xwe de navekî ji xwe bibe.
Ti kes derdê zindîyan çareser nake herkes pisporê mirîyan e. Tu çi qasî mirîyan ji xwe re mînak bistînî, tu serbest î lewra deng û his ji wan dernakeve lê zindî derd in dikarin dilê te bihêlin, dikarin berjewendîyan ji te bixwazin. Cira mirîyan xweştir e.
Ez qîmetê zindîyan nizanim, dixwazim bi mirîyan re bijim. Hêvî di zindîyan de nema ye gazinê xwe ji miriyan dikim lewra cihê ku mirov jê hêviyê dike mirov jê gazinan jî dike.
Hin zindî jî weke mirîyan in: li ser pereyan mirî ne, li ser zayendîyê mirî ne, li ser mal û milkê dinyayê mirî ne.
Miritî, hişekî revok e dilekî tirsonekê jiyanê ye, çavekî korê rastîyê ye. Min jî karîbû xwe ji vê rewşê xelas kiriba ku ez ne mirîba lê hesil ku tu karibe xwe ji nûv de zindî bike.
Gotara berê: Helbestên Med Reşiyan: Belkî tu bibî bihar


