Helbestên Med Reşiyan: Belkî tu bibî bihar

Min çend helbestên Med Reşiyan di înternetê de dîtibû û xwendibû. Helbestên wê li xweşa min çûbû û min ecibandibû. Lewre jî dema min pirtûka wê a ku di nav weşanên ”Ronya” de li bajarê Wanê derketibû, dîtibû, min kirîbû ku ez bixwînim.

Min pirtûkê xwend û ez dixwazim kurtedanasîna wê û derbarê naveroka wê de çend gotin bibêjim, kurtenivîsek binivîsim û pêşkêşê xwendevanê kurd bikim.

Med Reşiyan helbestvana kurd a ji Anatolia navîn e. Wê pêşî bi tirkî nivîsî û çend pirtûkên wê yên helbestan derçûn, paşê dest bi kurdî nivîsîna helbestan kir û du pirtûkên wê yên helbestan bi kurdî derketin. Berhemên wî bi gelemperî deng, êş û pirsgirêkên civakî yên gelê Kurd û gelên din ên bindest nîşan didin. Ew bi pirtûkên xwe yên helbestan ên ku hem bi Tirkî û hem jî bi Kurdî hatine weşandin tê nasîn.

Ew di helbestek xwe de rastiyan weha tînê zimên

Ez warê birçîbûn, xîzanî û komkujiyan im
Dîrok min nanivîse
Ez navê jiyaneke girtiyê sînoran im
Xwîn digirîn çiya û deşt
Di hêstirên şilûpil yên dayikekî de
Henaseke xwe spartiye avên reş e mirin
Gavekî di wirdetir
Bedena min hesreteka bi têldirkan parçe bûyiye
Şerm dikim ji demsalên hatine bêdengkirin
Şerm dikim ji zarokên bêsol in
Şerm e ji zîndanan û ji şefaqên hatine dorpêçkirin,
Ji êvarên li ber cankêşê ne
Min nekarîbû te di şevên xayîn de bi cih bikim

Ey Mezopotamya!

Pirtûka helbestên Med Reşiyan Di nav weşanên ”Ronya” de li bajarê Wanê derketiye. Pirtûk 86 rûpel e. Navê wê ”Belkî tu bibî Bihar” e. Med Reşîyan navê kitêba xwe bi wan gotinan aniye zimên; ”kitêb dibe ku bibe qirîn û hawara gelê kurd û gelên din ên bindest ku hebûna wan hatiye înkarkirin, yên li ser axa xwe bûne penaber. Belkî Tu Bibî Bihar” Pirtûkek e ku mafên mirovan û mafên demokratîk û netewî yên netewa kurd û hemû kêmneteweyên bindest li dijî vê dewleta  kemalîst a dagirker û nîjadperest diparêze.

Di pirtûkê de 54 helbest hene. Naverokên helbestan cuda ne. Helbest li ser mijarên curbecur in. Helbestên evînî, helbestên hezkirina gel û welat, helbestên ji bo zarokan/sernavê helbestek ”bila zarok negirîn” e. Herweha helbestên li ser xweza û heywanan, yên li ser dayikên kurd û welatperweriya kurd û Kurdistanî, yên li ser xeyal, hêvî û jiyanê di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine.

Di destpêka pirtûkê de gotarek li ser ”huner û hunermendî”yê heye. Gotar yek rûpel e, lê nivîskar di vê yek rûpelî de dîtinên baş aniye zimên. Ew ji bo hunermendan weha dibêje : ”…hunermend hemû cîhanê di nav hev de bi giştî digre dest. Ya ku hunermend û hunerê bi qîmet dike nêrîn û awirên wan yê felsefî, birdozî û civaknasî ye. Hunermendê a herî rast û rasteqîn ew kesên ku aso û bergeha wan fireh, xwedî kesaniyeteke rewşenbirî, li hember neheqîyan stuyê xwe natewîne, li gel bindestan, ligel gelan, li ber mafdaran xwedî sekneke saxlem, durust û xwedî heman hizir û hişmendiyan e.”

Weke min got; ez nikarim behsa naveroka 53 helbestan bikim. Ez ê qala hinekan bikim. Helbestek  derbarê li Kurdistanê dayikek de ye, sernavê wê ”Di Kurdistanê de ez dayikek im” helbestek balkêş û naveroka wê girîng e. Ez ê du malik ji wê helbestê pêşkêşê xwendevanan bikim.

”Di Kurdistanê de ez dayikek im,
Ez pevçûneke di seranserê sînor de xeyalên wî dilgirtî me,
Ez  çarenûseke reş a bajarên wê wêran kirî me
Bêçarebûa min nayê bihîstin
Şev bêbext û xemgîn e
Li derve dengên tanqan,
Bi dîwaran ve dewsên xwînê,
Awirên tirsonek, kolanên wêrane û xeyalên ar
Ez mirovek im di Kurdistanê de
Li ber serê min bedenên bêcan,
Malên hilweşiyayîn û gorên bêxwedî,
Evînên bê welat di bin agir de ronahiya rojê nedîtine,
Bêberbang û bêdemsal
Jiyan şerma çîrokên dîl ên bêdengiya bajarekî ye
Li birînên xwêkirî pêşae
Hezar kîn û şînek.” Rûpel : 19/20.

Helbest dirêj e. Di rêza herî dawî a helbesê de dibêje ”Ez welatekî yê çar aliyên wê dagirkirî me…..”

Belê, welatê me Kurdistan ji alî çar dewletan ve hatiye dagirkirin. Çaraliyê welatê me ji alî çar dewletên hov, barbar, xwînxwar, paşverû ve hatiye rapîçandin. Dormeçalê welatê me di bin solên leşkerî ên artêşa çar dewletan ve tê peliçiqandin. Ji bo têkoşîna bo mafê çarenûsa netewa kurd, ji bo azadiya gel û rizgariya welat kurd têne kuştin, şehîd dikevin, lê şehîdên kurdan  bi xwîna xwe dara azadiyê av didin, gelê kurd di riya azadiyê de dimeşin, têdikoşin.

Dema ez biçûk bum, min ji çuka ku me jê re digot ”hechecik” pir hez dikir. Hechecikê li ser şaneşîna eliya/eywana xaniyê me hêlîna xwe çêkiribû. Di helbesteke  Med Reşiyan de qala hechecikê dike, dibêje:

”Ji nû ve bifirin hechecik
Biçin okyanosên bêserî û bêbinî
Di tilîyeke ya xwîn jê tê yê de,
Di bedeneke ya bêkefen de,
Di awireke ya bêguneh de ez biqîrim
Bi evîna gulekî ya dipişkife re
Ez xwe li şaxê evînê bigirim,
Bi hemû zimanan ez te binivîsim
Ji ewrên qirêj negirtî re.” Rûpel  : 23.

Evînên rasteqîn evînên ku naçin serî, evînên ku evîndar nagîşin miradê xwe, ango evînên têkçûyî ne. Evînên têkçûyî evînên birîndar in.

Helbstvana kurd Med Reşiyan di helbesta sernavê wê ”Evîna min a birîndar” de birîna evînên evîndarên birîndar tîne zimên.

Di pirtûkê de hinek helbestên li ser evînê, hezkirinê hene ku mirov bi dilxweşî dixwîne. Hesreta welat, lênêrîna li çiyayên Kurdistanê , xeyal û hêvî û gelek mijarên din di helbestên helbestvan Med Reşiyan de têne rave kirin.

Helbesta dawî a pirtûka helbestvana kurd a azadîxwaz Med Reşiyan li ser jiyanê û di riya azadî de lêgerîna li pey azadiyê ye.

Lokman Polat

Etîket: Belkî tu bibî bihar, lokman polat, Med Reşiyan, ronya, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Binevşa BêCebelî

Şevê Tu Xewna Min î

Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan

Gelo ma wexta çîrçîrokên kurdî çû ye?

Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî

Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarLokman Polat
Dîroka weşanê16/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, , , ,
Hejmara peyvan928
Dema xwendinê5 deqe xwendin