Zûgotinok

Çivîkê kir çîwçîw nav lê kirin çûk

Kir çîweçîw çivîk im got çima kirin çûk.

*  *  *

Şîv kundir,

paşîv kundir,

ez a rinttir

naxwim kundir

*  *  *

Rovî li rê livî,

rê li rovî livî.

*  *  *

Şemo şemo,

sê sêşeman,

sê şo sabûn şabaş daye.

*   *  *

O mo mushkula

ket bêrîka Evdila

Evdila birê Fatê

keçik anî civatê

keçik bîst û sisê bû

ser kanîka bilqê bû

hotik motik shivana lotik.

 

      Tirşik.net

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çima jin piştî welidandinê nikarin kîlo bidin?

Gelek jin piştî welidandinê (postpartum) di windakirina kiloyên zêde de zehmetiyê dikişînin, û ev yek …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *