Li welatê me her ku diçe jinberdan zêde dibe. Zewacên ku bi xewn û xeyalên xweş dest pê dike, carinan bi berdanê encam dide û dîsa yên ku şerpeze dibin zarokên wan dibin. Pisporên psikiyatriyê diyar dikin ku bi çend tevgerên hêsan, mirov dikare zewaca xwe bidomîne.
Psikiyatrîst/Psikoterapîst Alk. Doç. Dr. Ridvan Uney ji bo berdewamiya zewacê çend heb pêşniyarî dan. Uney got: “Divê mirov qîmetê bide zewaca ku bi eşq û şewq dest pê kiriye. Zewaca ku neyê parastin, an dê bi berdanê encam bibe, an jî zewaceke vala û bêqîmet bibe. Pirî caran beriya zewacê baldarî winda dibe. Herdu alî ji hev dûr dikevin û ji bo hevdû dibin wekî biyaniyan. Piştre jî êdî gotinên wekî ‘Çi bû ji me re’ ‘Em êdî bûn weke xerîban, ez êdî te nas nakim’ dest pê dike. Hinek jin û mêr hevdû berdidin, hinek jî hevdû bernadin lêbelê zewaceke ne xweş û bê kêf didomînin. Halbûkî xewn û xeyalên wan ne wisa bû.”
Alk. Doç. Dr. Ridvan Uney rê û rêbazên parastina zewacê wiha rêz dike:
*Hezkirina xwe îfade bikin: Di derheqê hevjîna xwe de hestên xwe yên erênî, jê re îfade bikin. Ji bo herdû alî jî, xwe baş hîs bike ev tişt pêwîst e.
*Mala xwe bikin wekî cihê kêf û şadiyê: Mala xwe nekin tenê cihê xwarin û vexwarinê û cihê ku televîzyon tê temaşekirin. Divê ji bo herdû alî jî, gihiştina malê bibe bextewarî û kelecanek.
*Bi hev re suhbet bikin: Axaftin tê wateya îfadekirina pirsgirêkan, ji bo çareseriyê nîqaşkirina muşkîleyan. Tenê suhbetkirin mirovan dike jidil û dike nêzî hevdû.
*Bila wextên we yên bi hev re hebe: Ku hûn westiyayî bin jî, karê we jî pir be, bi zarokên xwe re mijûl bin an xwarinê jî çêbikin, bila wextên we yên ku hûn ê bi hev re derbas bikin hebe.
*Hestên xwe bidin xuyakirin: Li hember tevger û hereketên hevjînê/a xwe bi hêrsokî û xeydanê xeletiyên wî neynin ziman, tenê xemgîniya xwe bidin nîşandan.
*Bi hev re li derve bigerin: Carinan bêyî ku armanca we hebe (hewceyiyên zarokan, danûstandin, xwarin) bi hev re bigerin, li cihekî rûnin û bi hev re xeber bidin.
*Rexneyên xwe bi pîvan bikin: Gava tevgereke ne li gor dilê we bike, tenê li ser wê tevgerê bisekinin, nebêjin ‘jixwe tu her gav wisa dikî’. Lewra ev tiştekî çareser nake.
*Bûyerên ne xweş ên berê qewimîne, neynin meydanê: Şansa me ya guherandina paşerojê tune ye. Ji ber vê yekê divê em li niha û li sibê binihêrin.
*Derdên xwe ji hinekan re qal nekin: Zewac rewşeke ji bo du kesan e. Ji xeynî zarokên ku dibin endamên malbatê, ku meriv ji yekî din re qala hevjînê/a xwe bike, gilî bike, dê û bav û merivên xwe têxe nav pirsgirêkan, ew ê çareseriyê dijwartir bike.
zamankurdi.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…