Çîrokên Rêçên Di Neynikê

Nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin ên ji bajarê Semsûrê/Adiyamanê ne her diçe hejmara wan zêde dibin. Pêşî min digot qey tenê Osman Sebrî yê Semsûrî bi kurdî nivîsiye. Paşê fêr bum ku Mehmet Oncu û Şêxo Fîlîk jî ji Semsûrê ne û bi kurdî berhem afirandine. Dure gotin Welat Dilken jî ji Semsûrê ye û romannivîsere, roman nivîsiye. Niha jî fêr bum ku Sirrî Ayhan jî ji Semsûrê ye û çîrok û roman nivîsiye. Bi hêviya ku nivêskarên kurd ên Semsûrî her biçe zêde bibe. Sirrî Ayhan digel kurdî, bi tirkî û almanî jî nivîsîye û pîrtûkên wî bî tirkî û almanî hatine weşandin. Pirtûkek wî li îngilîzî hatiye wergerandin.

Ez ê di vê nivîsa xwe de pirtûka çîrokan a Sirrî Ayhan bidime nasîn û binirxînim. Navê pirtûkê “Rêçên di neynikê de“ ye. Pirtûk 90 rûpele û di nav weşanên “Na“ de li bajarê Îzmîrê hatiye weşandin. Edîtoriya pîrtûkê Yaqob Tîlermenî, redaktorîyê Şems Qemer kiriye. Berg û rûpelsaziya wê jî Berfo Barî çêkiriye. Di pirtûkê de panzdeh çîrok hene. Li gor naveroka çîrokan wêne hene.

Di pirtûkê de 15 çîrok hene. Ezê behsa hemû çîrokan nekim, ez ê bi kurtahî behsa naveroka çîrokek bikim. Çardeh çîrokên din bila bimîne, xwendevan pirtûkê bikirin û bi tevahî hemû çîrokan bixwînin.

Pîrtûka Sirrî Ayhan a bi navê “Rêçên di neynikê de“ ji sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn, sernavê wê “Çîrokên li Almanyayê“ ye. Beşa duyemîn, sernavê wê “Çîrokên li Ankarayê“ û beşa sêyemîn, “çîrokên li Adîyamanê/Semsûrê“ ye. Dî beşa yekem de deh çîrok, beşa duyem de du çîrok û beşa sêyem de sê çîrok cih girtine.

Çîrokên ku di pirûkê de ne, çîrokên baş û xweşin û hêjayê xwendinê ne. Ji bo ku ez jî bi kar û barê nivîsê, pirtûk xwendin, çap kirin û bi pirtûkxaneyan û weşanxaneyan re heşir û neşirim, têkildarim lewre jî çîroka ku sernavê wê “pirtûkxaneyeke navdar“ e bala min kişand. Çîrok du rûpel û nîv e. Naveroka çîrokê bi kurtî weha ye; zilamekî dixwaze projeyek amade bike. Ew li nav kuçe û kolanên bajêr digere. Gera wî a kuçe û kolanên bajarê Kolnê/Almanya ew diwestîne, reht dibe. Di kolanek de rastê dikanê pirtûkfiroş tê. Pirtûkên li vîtrînê raxistî bala wî dikşîne. Ew diçe hundirê dikan û dixwaze pirtûkek bikire.

Navê pirtûka ku dixwaze bikire ji dikandar re dibêje. Navê pirtûkê “Jop“ e. Ê dikandar dibêje “bi vî navî pirtûk tune.“
“Jop“ bi almanî û bi swêdî jî “Job“ e. Bi maneya kar, xebat, şixul e. Herfa/tîpa “J“ jî di alfabeya swêdî de wek “Y“ tê xwendin. Ango “Jop“ “Job“ e. Zilam navê nivîskarê pirtûkê dibêje, li kompîturê dixin û pirtûk dibînin. Pirtûk li qata jor di nav ref de ye. Zilam pirtûkê digre tîne ber qasê. Xebatkarê dikan pirtûka kesên beriya wî bi kaxizên rengîn û etîketa ku navê pirtûkê li ser e lê dide. Dema dora wî tê xebatkar kaxizeke normal, ne rengîn lê dide, bendeke spî ya bêqîmet li ser wê dixe û dike torbeyê. Zilam aciz dibe û bi xebatkarê dikan re pev diçe, dibêje : “Hûn fedî nakin. Ev dikaneke navdar û ewqas mezin e, ser wê jî hûn li ser çand û wêjeyê dixebitin. Hûn di reklamande dibêjin, vir cihê çand û hunera baş e. Heger hûn li mirovan bi çavekî dinê binêrin, gelê derve ê çi bikin. Şerm e şerm! Fedî bikin.“

Di vê çîrokê de nêrîna hinek almanên rasîst/şoven/nîjadperest ku ji xerîban hez nakin dide rave kirin. Peyama çîrokê ev e ku; binêrin xebatkarê dikanê li hemwelatiyên xwe ên alman û li ên ne alman ên biyanî bi çi çavan dinêre. Ev çîrok, bi kurtahî çîrokek li dij rasîzmê, ango li dij nîjadperestiya almanan e.

Hemû pirtûkên birêz Sirrî Ayhan û herweha hemû pirtûkên nivîskarên kurd ên Semsûrî (Osman Sebrî, Mehmet Oncu, Şêxo Filik û Welat Dilken) hêjayê xwendinê ne. Divê xwendevanên kurd pirtûkên wan bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *