Pêlên Bayê Felekê

Min kurdê Konyayê ê yekemîn li bajarê Wanê nas kir. Hevalekî min ê mihendis bu û kurdekî ji Konyayê bû. Dema ez hatime Swêdê min gelek kurdên Konyayê nas kir û bi hinekan re hevaltî û dostaniya min çêbû. Kurdên Konyayê yên li Swêd ji bo çand, wêje /edebiyat û zimanê kurdî gelek xebatên hêja kirin û hêj jî dikin. Du weşanxaneyên ku kurdên Konyayê li Stockholmê/Swêdê damezrandin gelek pirtûkên kurdî weşandin.

Nivîskarê pirtûka helbestên kurdî Xizan Şîlan jî kurdê Konyayê ye. Ew helbestvanekî kurd e. Wî pênc pirtûkên helbestên kurdî weşandiye. Pirtûka wî a helbestên kurdî a dawî navê wê ”Pêlên bayê felekê” ye. Ev pirtûk di nav weşanên ”Ar” de li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 126 rûpele û tê de 33 helbest hene.

Helbestvanê kurd Xizan Şîlan pirtûka xwe a helbestan diyarî ji bo berxwedana gelê kurd û Kurdistaneke serbixwe kiriye. Nivîskar, helbestvan, rojnamevan û programçêkerê televizyona Newrozê Serkan Birûsk hevokek baş derbarê Xizan Şîlan û helbestên wî de nivîsiye û gotiye : ”Bi nêrîna min Xizan Şîlan di helbestên xwe de rêya vegotina hestên xwe dîtiye. Ez ji dil û can serkeftinê ji bo wî dixwazim.”

Nivîskar û rojnamevan Gabbar Çiyan jî derbarê helbestên Xizan Şîlan û berhema wî a nû de pêşgotineke baş û xweş nivîsiye. Ew weha dibêje : ” Ji gotinên kûr, pir bi wate û rengîn ava dike rêzên xwe. Dilê xwendevanan bi lêdana dilê xwe re, li evînê sor dike.”

Xizan Şîlan bi helbestên xwe ên evînî bûye dengê evîndaran. Ew evîndare û bi derdê evînê, bi êşa evînê dizane. Lewre jî ew derd û kulên evîndaran di helbestên xwe de tîne zimên.

Eşq /Evîn, xwe di rihê/giyanê Xizan Şîlan de rapêçaye û ew kiriye aşiq, wî kirîye evîndar, evîndarê bi dert û kul û keder. Sala ku min Xizan Şîlan cara pêşîn dît nayê bîra min, sala 1996 yan jî 1997 bû, min ew dît. Li taxekî Stockholmê min Xizan Şîlan dîtibû, me bi hevre sohbet kiribû. Ew dem wî hêj nû dest bi nivîsîna helbestên kurdî kiribû. Wî helbestek xwe a destnivîs dabû min û min xwendibû. Min helbesta wî ecibandibû, baş dîtibû û min jê re gotibû helbestnivîsîna xwe bidomîne.

Di berhemkariya edebî de domandina nivîsînê û afirandina berhemên edebî girînge. Xizan Şîlan helbestnivîsîna xwe domand û pênc berhemên edebî li pirtûkxaneya kurdî zêde kir û ji bo pêşveçûn û dewlemendiya wêjeya/edebiyata kurdî xizmeteke hêja kir.

Pirtûka wî a helbestên kurdî ”Pêlên bayê felekê” hêjayê xwendinê ye û bi taybetî xwendevanên evîndar, xwendevanên ku bi jana evînê ketine û bi efsûna evînê li ber pêlên bayê felekê ketine divê pirtûkê miheqeq bixwînin.

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *