Li Miksê Festivala Feqiyê Teyran tê sazkirin

Li navçeya Miksê ya Wanê, Festîvala Mirateyên Çandî ya Feqiyê Teyran tê sazkirin. Di çarçoveya festîvalê de beşdaran serdana mal û mezargeha Feqiyê Teyran kirin, herwiha pêşbirkên santranc û raftingê hatine kirin.

Li navçeya Miksê ya Wanê, bi navê helbestvan û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran, Festîvala Mirateyêm Çandî hate lidarxistin.

 

Di festîvalê de Parêzgerê Wanê Murat Zorluoglu û rayedarên hikûmetê jî amade bûn. Di çarçoveya festîvalê de beşdaran serdana mal û gora Feqiyê Teyran kirin.

 

Şêwermenda Serokomarê Tirkiyê Gûlşen Orhan, helbesta Feqiyê Teyran a navdar, “Ey Dîlberê” bi awayekî stran got.

 

Parêzgerê Wanê Murat Zorluoglu ji çapemeniyê re ragihand, ku ew gelekî kêfxweş bûye bi lidarxistina Festîvala Feqiyê Teyran.

 

Murat Zorluoglu got: “Miks bajarê Feqiyê Teyran,  Arwasî û Yunus Emre ye, ku hemû helbestvan û qelender in. Ji aliyekê ve Miks bajareke çandê ye û ji aliyê din jî bi kanî, çem, û darên curbicur gelekî xweşike.”

 

Parêzgerê Wanê tev kesên ku pêre hatine Miksê, li nav çalakiyên festival geriyan.

 

Miksiyan jî him stranan gotin û him jî berhemên xwe yên dîrokî, bi pêşengeha tiştên kevin yên Miksê li ber temaşevan û mîvanên festîvalê raxistin.

 

Di çarçoveya festîvalê de pêşbirkên santranc û raftîngê jî hatine kirin.

 

Feqê Teyran di sala 1590ê de ji dayik bûye û sala 1632ê de çûye ser dilovaniya xwe. Feqî xwediyê gelek helbestên navdar ên weke “Ey Av û Av, Ey Dîlberê û pirtûkên wek Şêxê Senan, Qewlê Hespê Reş, Sîseban, Xan Dimdim û Qiseya Bersivayî ye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply