Zimanzan: Divê xebatên ji bo zimanê Kurdî ji siyasetê dûr bin

Lêkolîner û nivîskarên Kurd radgihînin li Bakurê Kurdistanê ji ber ku dê û bav zarokên xwe fêrî Kurdî nakin rewşa Kurdî ketiye nav metirsiyeke gelek mezin. Herwiha hat diyar kirin pêwîst e xebatên li ser zimanê Kurdî tên kirin ji siyasete dûr bi awayeke serbixwe karbike da ku zimanê nebe qurbanî kêşeyên siyasî. Van nîviskar û lêkolîneran ji partiyên sîyasî û rêxistinên Kurdan jî xwestin, giringiyek zêdetir bidin parastina zimanê Kurdî ji ber ku êdî rewşeke gelek xeternak heye.

Piştî roja zimanê dayikê ya cîhanî wek li gelek bajarên Kurdan li Stenbolê jî panelek li ser rewşa zimanê Kurdî hat rêvebirin. Di vê panela binavê ”Aktîvîzma zimanî li ba Kurdan” de nivîskar û lêkolînerên Kurd li ser xebatên ku heta niha ji bo Kurdî hatîn kirin axivîn û li ser rewşa niha nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.Nivîskarê Kurd Miraz Ronî radgihîne, li gel gelek astengî û kêşeyên cuda ji ber ku zimanê Kurdî li Tirkiyê wek fermî nehatiye qebûl kirin dinav dezgehên fermî û karûbarên debarê de pêwîstiya li Kurdî gelekî lawaz e ji ber wê jî êdî nifşên nû gelekî kêm Kurdî diaxivin, lê pêwîste her Kurd agahdarê zarokên xwe bin û wan fêrî Kurdî bikin.

Nivîskar Miraz Ronî ji K24ê re got: Ji ber ku zemîneke Kurdî di nav jiyanê bi xwe de ,dinav karûbarên fermî de nîne pêwîstiya gel jî wek bazar li Kurdî namîne û Kurdî her diçe ji aliyê zarokan ve kêmtir tên axivîn û lawaztir dibe. Hêvîya me ewe ku Kurd li hemû parçeyan haydarê zimanê xwe bin. Bila bizanin dinya bilez diguhere. Da ku ziman têkneçe divê şiyar bin, divê li zarokên xwe haydar bin û zimanê xwe bi nifşên nû bidin fêr kirin.

Zimanzan û lêkolînerê Kurd Samî Tan jî diyar dike ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pêwîste rêxistineka hemû aliyên Kurdan bihewîne hebe û xebatên ku ji bo Kurdî tên kirin ji sîyasetê dûr bi awayeke serbixwe bên rêvebirin da ku zimanê Kurdî qûrbanî kêşeyên sîyasî nebe.

Lêkolîner û zimanzan Samî Tan di panelê de got: ”Îro piştî van tecrûbeyan dem hatiye ku em vê rewşê bidin ber çavê xwe û li gor wê rêxistineke nû di warê ziman de bê ava bikin û bikare xwe ji bin baskê sîyasetê xwe rizgar bike. Wekî qadeke xweser xwe bi rêxistin bike û bi mejiyeke sivîl û demokratik xebatê bimeşîne. Bi taybetî di xebatê xwe de pir dengî û pir rengîniyê esas bigire. Eger bikare vê yekê bike ew xebat dê geş bibe û dê bikare hemî Kurdan hembêz bike û dê bikare dînamîzmek xurt dinava civaka Kurdan de çêke.”

Di panelê de nivîskar û lêkolînerên Kurd diyar kirin, ji ber ku li bakurê Kurdistanê dinav Kurdan de axaftina Kurdî gelekî kêm bûye û dê û bav zarokên xwe fêrî Kurdî nakin, metirsiyek mezin li ser Kurdî heye. Ji ber wê divê partiyên siyasî yên Kurdan û hemû sazî û rêxistinên Kurdan bikeve ser milê pêkbînin û wek şexsî jî her Kurdek hîç nebe jî di nav mala xwe de Kurdî biaxivîn da ku nifşên nû ji ziman û rastiya xwe dûr nekevin.

Kudistan24

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply