1.Xwedê me şaş neke şaş kir ji bi erdê ve kaş neke
2.Destê Xocê Xizir li ser pişta te be!
3.Xwedê sebreka cemîl bide te! (Di demên mirin, nexweşîneke giran û hwd. de tê gotin)
4.Xwêde ye mezînû dilovan, dî kurd’a bê serxî, lê henbera zilîmkara.
5.Ya Rebbî Tu tifaqa xelkê Kurd pêk bînî… Çi Misilman çi Êzidî û Zerdeştî bin..
6.Xwedê miradê te bike
7.Erd û ezman ji te razî be.
8.Xwedê kurikan bide te
9.Xwedê te bistrîne !
10.Xwedê weke dilê te bike !
11.Xwede yek ê bi dilê te bike qismetê te lawo
12.Rehmet li dê û bavê te be !
13.Herî (xwelî) di dest te de zêr be.
14.Tu nekî, Xwedê bi te dê.
15.Destê Xwedê li ser serê te bît
16.Xwedê tebayişê we be.
17.Ya xwedê tu li bangîna mala xwe û me jî were…xêra bîde şera wegerîn
18.Xwedê dilê we li ber hev şêrîn bike
19.‘‘Guliya zer
Axkok nekeve ser
Nebe Kul û keser’’
20.Siya Xwedê li ser te be!