Rojîname – 24

Ayeta Rojê

قُلْ لِلْمُؤْمِن۪ينَ يَغُضُّوا مِنْ اَبْصَارِهِمْ وَيَحْفَظُوا فُرُوجَهُمْۜ ذٰلِكَ اَزْكٰى لَهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ خَب۪يرٌ بِمَا يَصْنَعُونَ

“Ji zilamên bawermend re bibêje: bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin, ewretên
(şermegeha) xwe biparêzin. Lewra ev (çavgirtin û namûsparêzî) ji bo wan çêtir
e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e. ”

(Nûr, 30)

Hedîsa Rojê

“  Li ser Xwedê heq e ku tiştekî  xwe mezin dibîne rezî û riswa bike. ”

 (Bûxarî, Rîqaq, 6/55)

Duaya Rojê

Binavê Xwedayê Dilovanê Dilovîn,

Ey padîşahê me yê kû me binîmetên xwe ve perwerde dike !

Ew numûne û sîhên kû te nîşanê me dane ;kok û kanî yên wan jî nîşanî me bike. Me kaşî ser selteneta xwe ya daîmî bike, Me di van çolan da perîşan neke, me hilde hizûra xwe, me merhemetê bike, ew nîmetên xweş ên te kû vira me didî tamkirin wura me bide xwarin, me bizewal û tebîdê va ezab neke, vî gelê teyê ku evîndar û spasdarê tene, serberedayî nehêle, û darda neke, tune neke.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel Ezîz!

Zatekî ku di pirbûn û kesretekê de ku mahiyeta wan cihêreng û dijberê hev in, teserruf dike, lazim nîne ku bizzat bi her cuzekî wê piraniyê re têkilî û temasa wî hebe.

   Belê, tenzîmat û teserrûfa qumandanekî ku di nav neferên esker de, bes bi emir û îrada wî pêk tê. Ger ew kar û wezîfa qumandantiyê, teslîmê neferên eskeran bibe, her neferekî esker lazim e ku bixwe eleqedar be û xizmet bike û her neferek, xwe mîna qumandan bihesibîne; paşê bes ew wezîfanan pêk bên.

   Lewma, tesarrufa Xwedê Teala ya di mexlûqat de, tenê bi emr û îradekî pêk tê. Temas û têkildariya bîzat tune –her wekî ku roj kaînatê rohnî dike–

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply