Weşanên Peywendê hemû berhemên Cîhan Roj weşandin

Bi boneya 30 saliya nivîskariya Cîhan Roj, hemû berhemên wî ji aliyê Weşanên Peywendê ve hatin weşandin.

Nivîskarê Kurd Cîhan, di sala 1993an de dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî dike. Heta niha, 10 roman,  5 helbest,  yek ji wan bi Tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 kitêbên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin. Romana bi navê “Perde” di Tirkî de bi navê “Mahrum” hatiye wergerandin.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 2002an de hat weşandin. Li gelek rojname, kovar û malperên bi Kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe yên edebiyata sêwirînî û ji xwendinênn xwe yên pêvajoyan, derheq edebiyata Kurd de gotar nivîsîne.”Edebiyata Modern a Kurdî”, ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Radyoya Rûdawê de, di bernama “Wêjevan”ê de bûye mijar.

Di destpêka romana “Perde” de, wisa hatîye nivîsîn: “Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.”

Nivîskar dibêje ku her ziman û çand bi reng û taybetiyên xwe ne, kesên ku dikarin çanda Kurdî bi rengekî xwe li edebiyata cîhanê bifikirin, gelek girîng in.

Ew dibêje ku edebiyata Kurdî û edebiyata Kurd, exlebe di sed salên dawî de, ji ber qedexe û pêkutiyan wekî “hêtîmê demên modern” bû. Li alî din,  ew balê dibe ser derfetên têkiliyên Kurdî û zimanên qedîm ên derdora Kurdî,  destanên Kurdî, folkloreke pir zengîn û bingehên mezin ên klasîk, bi sedan hezar peyvên Kurdî, bi deh hezaran biwêj, têkiliyên bi bawerîyên cuda re, hukmê dengbêjî û mûzîkê, lîrîzma di Kurdî de, exlebe rastiyên şevbuhêrkan û zêdekirinên wê yên li vegotinê…

Nivîskar destnîşan kiriye ku Yaşar Kemal ê li dunyayê navdar e, derheq çavkaniya şêwaza xwe de Evdalê Zeynikê û hêza û taybetiya vegotineriya dêya xwe nîşan dane, ev muhîm e û li me dîtina rastî û detayên wisa ferz dike. Şikil û îfadeyên bi Kurdî ên biwêjî, lîrîzma Kurdî, tesîra îfadeyên eşqê û ên dengbêjîyê, ahenga îfadeyê hem derfetan pêşkêşî nivîskariyê dike hem jî dibe sebebê moral û wêrekiya qeleman.

Cîhan Roj dibêje, pir balkêş e, di berhemên çanda devkî de, di destanan de dengeyek di navbera hest û aqil de tê dîtin! Îro ew bi hewl e  ku roman ji alî şikil ve jî xwe pêş ve bibe, xwe ji qalib, jiber û nostaljiyê bike, di vegotineriya êşê de jî dengeya hest û aqilê were dîtin.

Bi kurtî, mirov dikare behsa berhemên wî bike:

Di Gîtara Bê Têl û Serkêş de, ew rewş û çîrokên mirovên çûne bixwînin û xwe xilas bikin têne dîtin; tê dîtin piştî ew kes bûne xwedî pîşe hay jê çêbûne bê çi valahî mane di dilê wan de, ew çawa ji hezkirinê bêpar mane û a rast xwe xilas nekirine!

Perde û Meşa Morîyan de, balê daye rewşenbîriya Kurd ku bê ew ji bo hêvîyên jiyaneke xweş çawa bi têkoşîn û fedekar bûne lê bi îhmalên piçûk re, bi nedîtin û nefikirîna li xwestekên zarokan re, çawa bûne sebeb vaalhî di dilê zarokên wan de bimînin!

Di roman Şeşaqil de, tîne bîra xwendevanên xwe bê hewes û xwesteka hezkirinê tenê ne bes e, di vê mirov bizane hez bike. Di romana dawî 7 Av 7 Agir 7 Derî  de, karaktera romanê Jîna bi pey dikeve mirovek bibîne û binase da ew mirov bihêle jê were hez kirin!

Di gelek romanên wî de, tesîra şer û pevçûnên çil salên dawî yên li takekes, detay encamên wî şerî, çîrokên li ruhê mirovan şop hiştî, rêwitîyên koçberiyê, mijarên dîrokî… têne dîtin. Li gorî rexnegiran di şiîrên wî de dewlemendîya hêmayan heye. Dosya şiîrê  a dawî Asê bi têmayên eşq û hezkirinê şikil girtiye, di wê dosyayê de awa û şiklê metnên dengbêjiyê bo şiîrnivîsîna xwe kirine melzemeyên ceribê.

Di çîrokên wî de mijar bêhtir jin û jiyana jinên Kurd in. Di metnên wî de hêmanên civakî, kulturî, takekesî cî digirin. Di çîrokên wî de bêhtir teknîka monologên navxweyî, zimanê tîr û bi hestek li cî tê dîtin. Di hin çîrokan de bi dubarekirin û bikaranîna hêmayan re hewl hatîye dayîn vegotin kûr be.

Li gorî wî hêvîyên derheq Kurdî û edebîyata Kurd de her diçin geş dibin. Ger astengiyên li pêşberî Kurdî bi temamî werin rakirin ew dê bi ziman û edebîyatên din re jiyanê zengîntir bikin.

Cîhan Roj kêfxweşîya xwe tîne zimên ku Weşanên Peywendê di 30 saliya nivîskariya wî de hemû berhemên wî weşandine. Bo her kes xwe bigihîne berhemên wî, bo xwendevanan jî gav avêtiye bihayek kêm li kitêban xistîye. Nivîskar xwedîderketina li berhemên xwe sebebê moralê dihesibîne.

Cîhan Roj dibêje navê edebiyatê uê din, welatê hêviyê ye, li wî welatî, ew bi zimanê xwe yê zikmakî, bi xeyalên gotinê, bi bîrxistinan hewl didim bibim yek ji rêwiyên hêviyê.

 

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply