Werin Em Hinekî Jî Bikenin

MÊVANÊ BI AQIL

Du heval, ku gelekî birçî bûne, li malekê dibine mêvan. Kevanîya malê jî haj ji wan tune, dipirse:

-Hûnê qahwê vexwin, an çayê?

Yekî ji wan, wek dibêjin, bersîva wî di berîkê da bûye. Bersîvê dide, dibêje.

-Xwîşkê, emê çayê, an jî qahwê piştî xwerinê vexwin!

 

  • ••

Ev herdu heval careke mayîn jî li maleke din dibine mêvan. Texmîn dikin, ku kevanîya malê li aspêjxanê (metbax) ji wan ra dew dadigre, ku bîne. Yek ji wan hema hahanga dibêjê:

-Xwîşkê, em bi lez in, zehmetê nekişîne, hema çend hêkan têke hêkerûn, em bixwin, herin, karê me pir e.

 

DEYNKIRINA PEREYAN

Merivek ji cînarê xwe dixweze pere deyn bike, 1000 manatî jê dixweze. Cînar jî dibêjê, ku hezar manatê wî tune, lê dikare tenê 500 manatî bidê. Mêrik lê vedigerîne, dibêje:

-Baş e, ka wî 500î bide, 500ê mayîn tuyê deyndar bimînî.

 

JI ŞABÛNAN DILKÊ WÎ DISEKINE

Merivekî loto kirîbû. Jina wî li rojnamê dinhêre, ku mêrê wê 100 hezar dolar qazanc kirîye. Lê ji ber ku mêrê wê ji dilê xwe digazinî, jinik ditirse yekser jê ra bêje, ji ber ku dibe dilikê wî ji şabûna bisekine. Biryar dike, ku bi mêrê xwe ra tevayî herine ser psîkologekî, da ku ew hêdî-hêdî, bi nermî ji mêrê wê ra bêje, ku ewî pereyekî mezin birîye. Bêy ku haya mêr ji van fen-fêlan hebe, jin mêrê xwe hildide, giva bona nexweşîya xwe diçine bal doxtor. Di nav xeberdanê da, psîkolog ji mêrê jinikê dipirse:

-Filankes, ku te bi lotoyê 100 hezar dolar bibira, teyê çi bikira?

Mêrik bersîvê dide, dibêjê:

-Welle, minê nîvê wê bida te!

Hema di wê deqê da dilikê psîkolog ji şabûnan disekine.

Riataza.com

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply