Sporvanê kurd rekora cîhanê têk bir

Xortê kurd û sporvanê halterê Siyamend Rehman, di lîstikên ‘Para Olîmpîk’ê de rekora cîhanê têk bir û medalyaya zêr stand.

Sporvanê kurd ê halterê Siyamend Rehmanî, ku endamê tîma millî ya halterê ya Îranê ye, di çarçoveya pêşbirkên Para Olempîkê de, li bajarê Rio de Janeiroya Brezîlyayê de hevrikiyê dike, herî dawî li hember reqîbên xwe serkeftinek mezin bi dest xist. 

Siyamend bi hildana 310 kîlograman ve rekora cîhanê, ku ya wî bi xwe bû, şikand û gerdenbenda zêr avêt stûyê xwe. 

Heta niha Siyamend, ku di giraniya +107 kg de lîstikan dike, 9 caran rekora halterê şikandiye.

Siyamend Rehman, sala 1988 li bajarê Şino yê Kurdistana Rojhilat ji dayîk bûye û sala 2008 dest bi spora halterê kiriye. 

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply