Zanîngeha Kurdî ya online dest pê dike

Ji bo sûdgirtina ji vê dema karantînayê û mayîna li malê, projeyeke bi navê `Zanîngeha Kurdî ya Online` bi hevkariya mamosteyên zanîngeha INALCO ya Fransî, beşa zimanan dest pê dike.

Perwerde wê bi rêya internetê ji aliyê çend mamosteyên pispor ve bi awayekî online bê dayîn. Mijarên perwerdê wê di der barê ziman, zimannasî û wêjeya kurdî de be. Perwerde di 08.04.2020 an destpê dike û di 15.05.2020 an, `Roja Cejna Zimanê Kurdî` de bi dawî dibe.

Piştî ku semîner bi awayekî online hatin dayîn di dawiya perwerdeyê de her kesa/ê ku beşdar bûye wê lêkolînekê pêşkêş bike. Kesên ku lêkolîna wan bê pejirandin wê belgeya(certificat) bidawîkirina vê perwerdeyê bidest bixin. Waneyên ku bêne dayîn wê di asta pisporiyê de bin û bi awayekî akademîk bêne pêşkêş kirin.

Waneyên ku bêne dayîn û mamoste bi vî awayî ne:

Zimannasî û Ferhenga Kurdî : Michael Chyet (Washington)
Wêjeya Klasîk : Michiel Leezenberg (Amsterdam)
Mîtolojî û felsefe: Michiel Leezenberg
Zimannasî û Fonetîka Kurdî : Abdilwehab Xalid Mûsa (Dihok)
Etnopsîkolojî û trawma : Jan Îlhan Kizilhan (Stuttgart)
Medya û Civak : Janroj Yilmaz Keleş (London)
Sosyolinguistîk an zimannasî û civaknasî: Cafer şeyxulislam (Toronto)
Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21): Dawid Yeşilmen (Essen)
Wêjeya Kurdî (heta sala 2000): Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)
Zaravayên kurdî, Zazakî û Kurmancî: Hacer Petekkaya (Qamişlo)
Sosyolojî, Antropolojî û Wêje : Serdar Ay, Adnan Çelik (Paris)
Wêje û Wêjeya Kurdî : Joanna Bochenska (Krakovie)
Metodolojî û lêkolînên zanistî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Paris)
Zimannasiya Kurdî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Paris)

Wekî din, hin mêvanên din jî dê hebin ku hin caran ew ê xebatên xwe pêşkêş bikin.

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply