07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Taybetiyên Baş ên Ceh * Menûçêhr Tarverdî

Tê bîra min berê dema bavê min dixwest ji mer behsa dijwariyên jiyana xwe û malbata xwe bike digot me nanê ceh dixwar hûn pir bextewer in ku hûn êdî neçar nînin nanê ceh bixon, ji ber ku niha genim pir bol yan zêde peyda dibe. Lê zanista îro dibêje Ceh û nanê cehîn pir bo laşê meriv baş e.

Eva jî hin başiyên wê:

Li pizişkiya qedîm de û anegorî nezera hekîmên Îranê yên berê Ceh xwarekek e ku teb`a wê sar û hişk e.

Xwarina ceh û nanê ceh dibe bayîs sîstema hezmê ya însan yanî mîde û rûviyên însan baştir bixebtin.

Ji ber ku Ceh fîbra xwe heye destekê dide hêrandin yanku hezma xwarekê li mîde de.

Xwarekên cehîn yan ewên ku pê Ceh hatine çêkirin, bakteriyên qenc li rûviyên însan de aktîf dikin û xetera tûjbûna bi Hêmoroîdê û qansera rûviyan kêm dikin.

Ceh û xwarekên cehîn kolostrola neçê linav xwîna însan kêm dikin.

Ceh û xwarekên cehîn pêşî li nexweşiyên dil û damaran digirin.

Ceh û xwarekên cehîn destekê didin dil yanku qelbê meriv ku baştir bixebte.

Ceh û xwarekên cehîn rê li ber tûşbûna însan li nexweşiya diyabêtê jî digirin.

Ger Ceh nav avê de bê kelandin eva dermanekî baş bo wan kesan e ku germa bedena wan yan teba wan jêlel çûye, yan kêm xwîn in, yan jî sîstêma hezma wan baş kar nake.

Ava Ceh ku pê re dibêjin Maulşeîr, bona dermankirina silmerezê, birînên nav rûviyên meriv û serêşê pir bi sûd e.

Ava Ceh yan Maulşeîr, çêkirina xwînê li bedena însan de bi leztir dike.

Kedên ku xwezaya bedena wan sar e, dibe nan û berhemê cehîn pê şekerê bixwin.

Kesên ku kolostrola wan jor de ye/bilind e bila ceh û nanê ceh bixwin.

Menûçêhr Tarverdî ji Kurdên Îranê 

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply