Ziman Pîroz e

Dayîk pîrozin û zimanê dayîkê jî her wextê, her rojan, her deman, her salan, tim û daîm pîrozin, ne tenê rojeke di salêde tê bibîr anîn û pîroz kirin.

Pênûsa hişmendî di maka dayîkê de tomar dibe û bi axaftin dibe zimanê dayikê.

Lewra mirov bi zimên tê pênase kirin, navê miletan, qewman, hereman, ajalan û xwezaya dewletan û her wiha tevahiya hebûnan bi ziman navê wan pênase dibin.

Zimanê tevahiya miletên cîhanê di kîjan pîvanê de girîngin û pîrozin, zimanê miletê kurd jî di heman pîvanê de girînge û ji bona pênasebûna miletê kurd pîroz e.

Rêzgirtina zimanê miletan re, her wekî rêzgirtina Xweda (cc) afirînerê tevahiya hebûnê di heman pîvanê de mecbûriyete û xalek ji girîngiya ezmûna jiyana gerdûnîye.

Lewra Xweda (cc) di çavkaniya rêbaza ku mirov bi ÎSLAMÊ tê pênasekirin di sûreya RÛM ayeta 22yan de terîfa pîrozbûna zimanan kiriye.

Zimanê tevahiya miletên cîhanê û her wiha zimanê zikmakî ya dayîkan pîroz be.
Zimanê miletê kurd jî zimanê pîroz e û bi dilsozî û şanazî pîroz dikim.

✍️ Behçet Ateş | 21-02-2025

About Behçet Ateş

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *