Sepana Meala Kurmanciya Kurdî ya Androîd û Iphone Derket

Li Batmanê bi sponsoriya xêrxwazek sepana meala Kurmanciya Kurdî bi tîpên latînû û Erebî hate amade kirin û li ser Androîd û Iphone derket. Meala Kurmancî bi nivîskî û bi deng hatiye amade kirin. Xwendevan raste rast kare bixwîne û bi  dengî jî guhdar bike. Di menuyek din de jî  bi Erebî jî karin guhdar bikin. Di pêşta wê Meala Kurdiya Zazakî û Soranî jî lê were zêde kirin.

Ji ber ku xêrxwaz navê xwe nabêje û em jî eşkere nakin. Em wekî Malpera Çandnamê xwediyê xêrxwaz û kedkarên vê sepanê pîroz dikin.

Peyama xêrxwaz û xebatkarên sepanê bi Kurdiya Kurmancî û Kurdiya Zazakî wiha ye:

“Hevalên hêja,

Ji bo vê xebata ku me derheqê meala kurmancî ya Qurana Kerîm de kiriye em li hêvîya piştgirîya we ne. Ji bo ku ev xizmet bigihê hedefa xwe, ji kerema xwe li ser dîwarê xwe yê medyaya sosyal parve bikin.”

 

Hevalê erjayeyî,

Semedê ena xebata ke ma derheqê mealê kurmancî yê Quranê Kerîmî de kerda ma hêvîya paştgirîya şima yê. Seba ke eno xizmet bireso hedefê xwu, keremê xwu ra dîwarê xwu yê medyaya sosyal ser o pare bikerê.

Lînk û hesabên sepanê li jêr in karin daxînin û bişopînin:

Android: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.cyberistanbul.quran&gl=TR

AppStore: https://apps.apple.com/bz/app/qurana-kurd%C3%AE/id1561202464

 

Hesabên me:

İnstagram: QuranaKurdi

Twitter:       QuranaKurdi

Facebook:  Qurana Kurdî

ÇANDNAME

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

2 comments

  1. Mala wan xêrxwaza ava be.

  2. we karekî pir girîng kir! destên we xweş . Zimanê Kurdî heq dike ku di her platformê de be. Ez te pîroz dikim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *