Ev destan li herêma navçeya Qubînê (Bişêrîyê) ya li ser Batmanê diqewime. Mekanên bûyerê gundê Tapîyê yê li ser Qubîna Batmanê û gundê Bilêder ê li ser navenda Batmanê ye. Ev destan wek kilamê Karapêtê Xaço hatiye nasîn û bi vî awayî li Batmanê û li gelek herêmên din ên …
Read More »Kela Dimdimê
Mekanê vê destanê keleheke Kurdistana Rojhilat e ku wek Kela Dimdimê tê nasîn. Ev destan behsa şerê di navbera Xanê Çengzêrînê kurd û Şah Abasê yekemîn ê eceman dike. Xano, pêncsed karkeran digire, Kela Dimdimê dide lêkirin. Xelîfeyê Şah Abas, ji Xano aciz dibe û Şah Abas lê geş dike. …
Read More »Dewrêş û Evdî
Mekanê vê destanê Wêranşara navçeya Rihayê ye. Zor Temir Paşa, serokê eşîra milan e. Li herêma xwe eşîrên din jî tevî eşîra milan dike û konfederasyona milan ava dike. Yek ji van eşîran jî eşîra şerqîyan e. Ev eşîr, eşîreke êzidî ye û Dewrêş jî ji vê eşîrê xortekî êzidî …
Read More »Ristemê Zal
Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2] Ristem, kurê …
Read More »Binefşa Narîn
Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş …
Read More »Sîyabend û Xecê
Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê …
Read More »Zembîlfiroş û Gulxatûn
Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna …
Read More »Destan û Merhaleyên Destanan
Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di nav miletekî de demeke dirêj divê. Ev pêvajo, bi awayekî spontane di nav erdnîgarîyeke sînorên wê nedîyar de tê pê. Destan piştî ku ji çend merhaleyan derbas dibin kamil dibin. Hejmarên van merhaleyan bi giştî …
Read More »Destanên Kurdî
Kurd, civakeke wisa ne ku di nav xwezayê de, bi xwezayê re jîyane û ji ber çandinî û ajalvanîyê demên xwe zêdetir li derve derbas kirine. Çend dehsalên dawî ne tê de, kurd heta îro zêdetir li gundan mane û ji bo kar û barên xwe carinan ji gundên xwe …
Read More »Çanda Me Yê Sedsalan
Li hemû bajarên Kurdan salane ku keçên ciwan bi cilên xwe yên gelêrî berik û berhemên destkariyê yên çandî çêdikin. Dixwazin çanda wan a bi sedan salan a kurdewarî her tim li ser xwe be û neyê jibîrkirin. Ji bo ev kefneşopî were domandin her bajarî û navçeyan qursên jina jî hene. Ciwan …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…