Kela Dimdimê

Mekanê vê destanê keleheke Kurdistana Rojhilat e ku wek Kela Dimdimê tê nasîn. Ev destan behsa şerê di navbera Xanê Çengzêrînê kurd û Şah Abasê yekemîn ê eceman dike. Xano, pêncsed karkeran digire, Kela Dimdimê dide lêkirin. Xelîfeyê Şah Abas, ji Xano aciz dibe û Şah Abas lê geş dike.

Şah Abas, hêzên xwe yên çekdar bi ser Xano de dişîne. Xano, bermalîya wî Sitî, kurê wî Evdileh, dayika Xano û hemû leşkerên Xano heft salan li hember Şah Abas şer dikin.

Berxwedana wan dibe destan, lê bi îxaneta fermanberekî kurd (Mehmûdê Melekanî) ê li ber destê Xano, têk diçin. Xano û yên pê re, di şûna teslîmbûnê de mirinê tercîh dikin û di kela Dimdimê de rihê xwe didin. Şah, zora mîrê kurd dibe; tehdeyî li gelek kurdan dike û dibe sedema kuştina gelek kurdên wê herêmê.[1]

Mela Mehmûdê Bayezîdî ev destan wek çîrok nivîsîye. Erebê Şemo jî romaneke bi navê Kela Dimdimê nivîsîye ku bingeha vê romanê ev destana folklorîk e. Feqîyê Teyran bi navê Şerê Dimdim ev berhem bi çarînan nivîsîye.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Zîlan û Roşan, h.b., rr. 55-89.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply