Tag Archives: Agahî

Mihemed Cemîlê Seyda

Mihemedê Cemîlê Seyda di sala 1918 de li navçeya Licê ya Diyarbekir ji diya xwe bûye. Bavê wî Cemilê Seyda yek ji leşker û lehengê şoreşa Şêx Seîdê Pîran e. Mihemed kurê Cemîl e. Cemîl kurê Mihemed Hadî (Seydayê Licî) ye. Mihemed Hadî kurê Sebxetullah e. Ew jî kurê Resûl …

Read More »

Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa nû DERKET!

📢Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa duyem li ber destê we ye. 📌Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. 📌Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste. Pirtûka Xebatê jî tenê li ser rahênanên …

Read More »

Ji Nûbiharê Salnameya 2023an!

Nûbiharê salnameya xwe ya 2023an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û …

Read More »

Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 85an hat weşandin!

Di vê hejmarê de ev nivîs hene: Mem Xelîkan bi kilama Bilê û Hediyê rêzenivîsa xwe ya Kilamên me bi şiroveyekê nivisîye. Straneka bi şewat e! Di şopa Georges Perrot de, ’’Qela gawiran’’ Elîyê Yîwoyê Fîtê gernemeyek li gel wêneyên dîrokî amade kirîye. Gernema li ser serlêdana ciyekî dîrokî yî …

Read More »

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket

Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji …

Read More »

jI Nûbiharê Sê Pirtûkên Nû

Folklor û Civat Folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet, dîrok   Aram Gernas   Folklor, sîstemek girîng e ji bo domandina çandê. Folklor, her wisa sîstemek neqilkirinê ye, ango hêjayiyên çanda civatê ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Folklor çavkaniya reh û kokên netewe ye. Netewe jî …

Read More »

Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî daniye Civata Nemiran û Şoreşên Kurdî. Di cîlda ewil de Palo dike ku lehengên Kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog …

Read More »