Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa nû DERKET!

📢Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa duyem li ber destê we ye.

📌Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye.

📌Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste. Pirtûka Xebatê jî tenê li ser rahênanên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste.

📌Kurdîzan li gor pergala unîte û dersan hatîye amadekirin. Ev yek jî ji bo hêsankirina hînkarîyê ye. Di Kurdîzanê da du unîte hene û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê.

📌Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê, bernameyên lîsansê, lîsansa bilind, kursên taybetî û xebatên takekesî hatîye amadekirin.

📌Di Kurdîzanê da ji bo hînbûna zimanî, rêbaza “ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve” hatîye bikaranîn.

📌Kurdîzan her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe ra dike armanc. Ew jî guhdarkirin, axaftin,
xwendin û nivîsîn in.

📌Her dersek, bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike. Piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dûra jî rahênan tên.

📌Di dawîya her pirtûkeka Kurdîzanê da ferhengokek jî heye. Di ferhengokê da manayên tirkî û
îngilîzî yên bêjeyan hatine dayîn.

📌Hûn dikarin seta Kurdîzanê ji Weqfa Mezopotamyayê û pirtûkfiroşan peyda bikin.

📌Ji bo agahîyên zêde:

https://www.mezopotamyapirtuk.com/c/urunler/seta-kurdzan

📌Ji bo têkilîyê:

Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20

Etîket: Agahî, Danasin, dersên kurdî, hînbûn, hînker, hînkirin, kurdîzan, Polylang KMR, Set, weqfamezapotamya

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle