Şêx Ebdulberekat (1150 – 1218)

Navê wî Sexr e û ew kurê şêx Sexrî ye. Ew li devera Hekariyê jidayik bûye û di xortaniya xwe de berê xwe da ser xwendina zanistên olî. Mamê wî Şêxadî berî mirina xwe xwestibû ku ew cihê wî di rêberiya terîqeyê de bigire. Ew piştî Şêxadî bû rêberê rûhanî yê êzdiyan. Ew hem rêberekê olî û hem jî helbestvan bû. Wî yazde kur hebûn. Çar jê nûrîn (şêx Udeyê duyê, şêx Îsmaîl, şêx Ebdilqadir, şêx Bekir) û heft jê tarîn bûn (şêx Ehmed, şêx Sifyan, şêx Mûsa, şêx Misafir, şêx Mihemed, şêx Rebîi, şêx Merwan). Hevrikatî kete navbera wan herdu aliyan; yên nûrîn û yên tarîn û bû egera kuştina şêx Hesenî kurê şêx Udeyê Duyê û di êzdîtiyê de peydabûna sê çeqan: Adanî, Qatanî û Şemsanî. Ew bi rex gora Şêxadî ve hat veşartin.

Çavkanî:
– Eliye Bayezîd Îsmaîl, Elem yehun elweqtu lîen nenfuz elxubar en sulalatina eldîniye we cuzurina eltarîxiye, Elhiwar Elmutemedin, hejmar 2466, 15/11 2008. Jêder bi zimanê erebî ye
http://www.ahewar.org/debat/show.art.asp?aid=153384
– Ensklîpediya Giştî, Yasîn Salih, Serdem, 2005, Silêmanî.
Amadekar: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply