Bîng Bang – Teqîna Mezin

Wek ji navê wê xûyadike, teorîya “Teqîna Mezin” hebûna gerdûnê li ser teqînek 13,8 milyar sal berê ve girêdide. Em hebeki vekîn tê ser wê wateyê kû gerdûn ji teqînek di nûqteyek pir tîr û germ de derketîye holê.

Di derheqê ew teorîya xerib cara yekem di sala 1920’de ji alî Kozmologê Rûs Alexander Friedmann û papazê fîzîknasê Belcîkî Georges Lemaitre daxûyanî hat dan. Ev teorî bi taybet ji hêla fîzîknasan ve hat qebûl kirin.

E başi, de ka ev teorî çi dibêji? Asasê wê çiye?
Heger wûn van pirsana ji min bikin ezê bersiva we bi kûrtasî bidim. Ji xwe ev teorîya Teqîna Mezin li ser asasa kû dibêji; gerdûn di wextekî de ji noqteyek pir pir tîr û germ de çêbû û hin jî fireh dibe. Wateya tîr bûn, cîhê kû bi xezebê gaz û toz û ewr lê kom bûye…
Gerdûn dema çêbû di wextekî pir pir kin de bu ecêbek…Teorîya Teqîna Mezin bi teorîya Aynştay (Einstein), Relativity (girêdayîya giştî) re hevbeşe.
Dema kû merev bifikiri, emê pê derxin kû heger galaksî her derin ji he dûr dikevin. Başe, heger ji hev dûr ketin hebe, wê di demek borî de ew hemû li cem hevbin jî. Zeman pir girînge, heger wûn karibin zeman zeft bikin û bighînin paşî, we deme li şûna gerdûnê wê tenê noqteyek hebe.
(Di demên pêş de eme li ser teqîna mezin de gelek nivîsan bi weşînin)

Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply