Abdulkadîr û Raziye Gungor bû 34 sal e zewicîne û 28 zarokên wan çêbûne, lêbelê 11 zarokên wan wefat kirine. Niha ji zarokên wan herî piçûk 1 salî, herî mezin jî 33 salî ye. 8 keçik û 9 kurikên Abdulkadîr û Raziye li jiyanê ne û her wiha 24 heb jî neviyên wan hene.
Abdulkadîr û Raziye Gungor li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê dijîn û 34 sal berê zewicîn. Ji 28 zarokên Abdulkadîr û Raziye 4 heb cotik hatin dinyayê û 11 zarokên wan hîn di dergûşê de jiyana xwe ji dest dane. Raziye Gungor dibêje ku ew 27 zarokên xwe, bi awayekî normal aniye dinyayê, lêbelê zarokê wî yê 1 salî bi sezeryan hatiye dinyayê. Her wiha Raziye Gungor got, ew pêrgî hin nexweşiyan hatiye û carinan jî navên zarokên xwe tevlîhev dike. 8 zarokên Abdulkadîr û Raziye Gungor zewicîne û 24 heb neviyên wan hene. Raziye Gungor anî ziman ku dixweste 28 zarokên wê jî li heyatê bûna, lêbelê ji ber şert û mercên jiyana gund 11 zarokên wan wefat kirine. Raziye Gungor wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ne poşman im ku min ew qas zarok anîne dinyayê. Zarokekî min ê astengdar heye û em di xwedîderketina wî de hinekî tengasiyê dikşînin. Ku dewleta me di vê mijarê de alîkariya me bike, ez ê bextewar bim. Êdî em naxwazin zarokan bînin. Ji aliyê debarê ve hinek pirsgirêkên me hene. Em hêvîdar in ku xêrxwaz alî me bikin.”
Zamankurdi.com