Romana” Leyla û şevên bi êş” derket

Bi serperiştiya wezareta rewşenbîrî û lawan li Hewlêrê û dibin dirûşma, “Daku, dunya hemû êşûazarên jinên êzdiyan ên revandî nasbike” merasîma imzekirina pirtûka Leyla û şevên bi êş ya nivîskar Xalid Telo birêve çû.

Derbarê pirtûkê nivîskar Xalid Telo ji BasNewsê re ragehand ku,  naveroka pirtûkê li ser êşûzarên xwîşka wî ne di destê DAIŞê de bû û hate rizgrkirin, armanca nivîsînê jî ew ku, civaka navnetewî hemû nasbike çawe êzdî hatine revandin û bobelan bi ser wan de hatiye kirin.

Herwiha da zanîn ku, bê guman kêfxweşim ku, xwîşka min ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, lê ev kêfxweşî demikiye ji ber hê bi sedan jin û keç di destê DAIŞê de ne û nehatine rizgarkirin û li Sûriyê têne kirîn û firotin û pêwîste werin rizgarkirin.

Pirtûka Leyla û Şevên bi êş ya nivîskarê kurd Xalid Telo li ser xwîşka xwe nivîsnadiye, çawaniya revandina wê û piştre hatiye rizgarkirin, herwiha xwîşka wî ji aliyê DAIŞê ve 8 caran kirîn û firotin pêkirine.

K24

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply