Qedrî Can; Bavê helbesta nûjen a Kurdî

Wek helbesta piraniya gelên cîhanê, helbesta kurdî jî di serdem û qonaxên cuda re derbas bûye. Bi taybetî helbesta kurdî ya klasîk deng daye û ji hinavê wê jî helbesta nûjen û modern derketiye holê.

Di helbesta kurdî ya zaraveya Kurmancî de, helbestvan û pexşannivîsê nemir Qedrî Can ku di sala 1911an de hatiye ser rûyê dinyayê, dikare wek xwediyê yekemîn helbesta nûjen were naskirin.

Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta kurdî ya nûjen bi navê (Riya Taze) nivîsand.

Ev helbest wek piraniya helbest û prosayên Qedrî Can bi zimanekî kurdî yê xwerû û resen hatiye nivîsandin û reh û kokên nûxwaziyeke rasteqîn vedihewîne. Can ku şêniyê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bû, piraniya jiyana xwe li Binxetê derbas kir.

Di dîroka helbesta kurdî de, helbesta (Riya Taze) helbesta nûjen a pêşî ye. Ev helbest û sala ku tê de hatiye afirandin bû destpêka qonaxeke helbestî ya nû û bû pirek di navbera helbesta kurdî ya klasîk û modern de.

Qedrî Can ku di sala 1972an li Şamê de koça dawî kir, di (Riya Taze) de wiha dibêje:

“Ew perdeya reş û tarî. Ku ji şevên reş diyarî. Min ji rûyê xwe kişand. Li ber çavên xwe çirand û avêt. Avêt paş sed çiyayî, nava hezar deryayî. Min gemara guhê xwe bi zemzemeke nû şûşt û mîkrobên canê xwe bi dermanekî nû kuşt.”

Diyar e Qedrî du caran peyva (nû) li vir bikar tîne û daxuyaniya jiyaneke nû û şoreşeke nû radigihîne. Ew çûna xwe ya ji tarîtî û reşahiyê ber bi ronkayî û ronahiyê, ronîbûna hiş û mejiyê xwe yê taze û têgihîştina xwe ya cuda û nû tîne ziman.

Xwediyê (Gula Sor) û (Ez Diçim Moskowê) wek piraniya ronakbîrên Kurd ên wê çaxê bi ramanên çep û hevpar bi bandor bûbû, lê weke ku hin kes wî weke bavê helbesta kurdî ya nûjen binav dikin, Qedrî Can qet ji zimanê xwe yê kurdî dûr neket û azadiya gel û welatê wî ji bo wî berî û li pêşiya her tiştî bû.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply