Bi Kurdî Navê Mehan

Ji destpêka salên 1990’î heta 2005’an li Bakur ev salname hate bikaranîn. Lê MED TV û kanalên din ên di 1995’an de dest bi weşanê kirin navên mehan wisa bi kar neanîn. Weşanên Kurdan ên Ewropa jî wiha bi kar neanî. Lê li Bakur di qada rewşenbîrî, xwendevanî, edebî û weşanan de navên mehan bi vî rengî hat zanîn û bikaranîn.

Salnameya Rojhilat

1- Rêbendan
2- Reşemî
3- Adar
4- Avrêl
5- Gulan
6- Pûşper
7- Tîrmeh
8- Gelawêj
9- Rezber
10- Kewçêr
11- Sermawez
12- Berfanbar

Di sala 2005’an de, di Konferansa Rojnamevanên Kurd de biryar hate dayîn ku navê mehan wekî Salnameya Gregor were bikaranîn. Lê li Bakurê Kurdistanê ji bilî Azadîya Welat kes neçû ser vê salnameyê. Îro hîn jî weşanxane, kovar û weşanên Kurdî ji %90 Salnameya Rojhilat bi kar tînin. Edîtorên malpera me Amîda Kurd jî, yên li Ewropa dimînin dema gotaran dinivîsin navên mehan cuda dinivîsin, yên li Bakur dimînin cuda dinivîsin. Mixabin ev tevlihevî bi biryara saziyekê çareser nabe.

Salnameya Gregor

1- Çile
2- Sibat
3- Adar
4- Nîsan
5- Gulan
6- Hezîran
7- Tîrmeh
8- Tebax
9- Îlon
10 – Çirî
11- Teşrîn
12- Kanûn

Li Bakurê Kurdistanê hîn jî di nav gel de, neslê kevin navê mehan wekî lîsteya jêrîn bi kar tîne, ev lîsteya Hîcrî ya Ereban e:

1- Muherem
2- Sefer
3- Rebî’ul Ewel
4- Rebî’ul Axer
5- Cemazîyel Ewel
6- Cemazîyel Axer
7- Receb
8- Şa’ban
9- Remezan
10- Şewal
11- Zilqe’de
12- Zilhice

Salnameya Rojê îro li Bakurê Kurdistanê ji alî gel ve nayê bikaranîn, ew jî wiha ye:

1- Nûrroj
2- Gullan
3- Baranbirran
4- germaciman
5- Gelawêj
6- Berewpayîz
7- Mîran
8- Gellarrêzan
9- Agirdan
10- Sehollbendan
11- Nawzistan
12- Polan

Her wisa navê mehan ê Baha’î jî îro ji alîyê gel ve nayê zanîn û bikaranîn:

1- Biha
2- Celal
3- Cemal
4- ʿezemet
5- Nûr
6- Reẖmet
7- Kelimat
8- Kemal
9- Esma
10- ʿîzet
11- Meşiyet
12- ʿîlim, ʿilm
13- Qudret
14- Qewl
15- Mesail
16- Şeref
17- Siltan, sultan
18- Mulk
19- ʿela

Amida Kurd

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply