Îqaza Îlahî, Erdhej û Zelzele

Rebbê aleme dûnya û Kaînat hemû tev da çêkirîye. Ew hebûna hemû milkê wî ye. Di milkê xwe da her çi bike, dike û kesek nikare lêpirsînê li wî bike. Dibêjin qaîdeyek heye; (Malîkul mulkî yeteserrefu fil mulkî keyfe yeşae) yanê; Xwedanê mal, di milkê xwe da çawa bixwaze wusa tesaruf dike. Kes nikare bêje “Ya Rebbî te çima ha kir, te pergala me bela kir, can û mal û milkê me tevda xerab kir.”

Lê belê di Qurana pîroz da sureya Enfalê ayeta 25an de dibêje; “Û hûn xwe ji fîtneyekê biparêzin çaxa ku hat wê tenê nayên serê yê sitemkarî kirine û, tenê nayin serê zilimdaran. Baş bizanin ku bê guman Xweda ezabdijwar e.”

Heqê vê ayetê da ji ustad Bedîûzzeman dipirsin; ma çima tenê van musîbetan nayên sere” zaliman, mazlum jî pê ra dişewitin.” Ustad qaideyekî dibêje. “Musibetên umumî netîceya zilma umumî ye. Lê belê ma ev însanan hemû zilmê dikin, na xêr, zalim zilmê dikin, ê din jî rizayê reber dikin, an jî dibin terefdarê wê zilmê. Rebbê alemê jî weke ku  zulum umumî bûye û, musibeta umumî dişîne. Hinekan can dere, hinekan mal û milk dere, hinekan jî her tim bi xof û tirsonek dike…Li hember xof û xaşyeta Xwedê rast dike û xwe diparêzin.”

Rebê alemê, ji bo wê naxwaze însan li hevûdin zulumê bike, ji zulumê ra nebe terefdar, û nebe alîkarê neheqîyê.

Wusa xuya dike ku, va dûnyaya meydana ceribandin û îmtihanê ye. Dîyarê teklîfa îlahî ye. Ji bo wê pêvîst e ku musebeb û heqîqet bi perde û girtî werin kirin. Ji bo ku, sirrê îmtîhanê ra nebe, ruhê pak û temîz teraqî bikin û alî bibin. Ruhê ne baş û nepak ê xebîs jî, têdeni bikin û herne esfela safîlînê.

Çaxa ew musîbet û felaketa erdhejê, umumî nebîya û bata serê zaliman tenê, wê çaxê sirrê îmtîhanê betal dibû. Hinek însanê xafil dibêjin, erdhej û zelzele ; fay xetîye û di hundurê kureyê arzê da hereket û livandina  madenekî ye. Lê belê nizanin ku ew jî sebebek e, esas faîl, kudreta Îlahî ye. Çaxa ku fay be jî, lazim e ku wê fayê tesîrek û quwetek bilivîne û bihejîne. Însanan dikin xaflet ê û naxwazin însan îqaza Îlahî fem bikin, hişyar bibin, têkevin rêya rast û, xwe bavêjin dergaha Îlahî. Ew jî xapandinek a mezine û çavkurkirinek a li hember heqîqetê ye.

Çaxa musîbet ûmumî dibe terr û hişk, zalim û mazlum ,tevda derin Rebbê alemê wan zaliman ceza dike, can dere, mal dere, mulk dere, hemî heder dibe û misteheqê cazayê cehennemê dike. Lê belê ew mazlumê bi guneh û, ê ku ne terefdarê zalim û neheqîyen e canê wan dere, dibin şahîdê manewî, malê wan ji bo wan dibe sedeqe, û ji axretê jî mukafateka mezin ji bo wan heye û amede ye.

Rebbê alemê me neke ji wan kesê zalim û heq nezanan. Me bike yê ku îqaza Îlahî fem dikin,  hişyar dibin, xwe dirist û rast dikin, ji bo heqîyê xebat dikin. Amîn

 

Adem MURTEZA -Çandname

02.05.2023

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply