Pirtûka “Tarîxa Eyûbiyên Hesenkêfê”

HESENKÎF, GIHAŞTE BÎR Û HAFIZEYA XWE!

Kitêba Tarîxa Hesenkêfê ya bi navê Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir ji weşanxaneya Nûbiharê weşiya. Naveroka kitêbê, nêzîkî du qernan tarîxa bajarê Hesenkêfêyê ku di nêz de dê di bin Bendava Ilısuyê de binav bibe di xwe de dihewine. Ev kitêba ku ta niha bes destxetek wê di Kitêbxaneya Qiraliyetê ya Viyanayê de heyî, bi edîsyon-krîtîkkirina Akademîsyen Yûsuf Balukenê ku doktoraya xwe li ser Eyûbiyên Hesenkêfê çêkirî amade bûye.

Baluken, beşek muhîm jî li dawiya mentê kitêbê zêde kiriye, ku ev kitêb digel wan pêvek û mulheqên ku têkildarî tarîxa Hesenkêfê ne, dê derbarê tarîxa vî bajarî de fonksiyona çavkaniyeke ansîklopedîk bibîne. Herweha li dawiya kitêbê ji bo vekoleran, îndekseke berfireh jî hatiye amadekirin ku di xwe de dihewîne.

Nuzhetu’n-Nazir, telîfa burokratekî seraya Eyûbiyan e

Ev kitêb, çavkaniyek pir girîng e ku Tarîxa Eyûbiyên Hesenkêfê dîrekt dike mijara xwe. Navê muelifê wê, Hesen bîn Îbrahîm el-Munşî el-Hisnî ye. Sala wefata wî piştî (822/1420)an Di dewra hukimdarê Eyûbî yê Hesenkêfê el-Melîkul-Adil Suleyman de li serayê burokratekî wî yê muhîm bû.

Muelif, berî kitêba xwe ya Nuzhetu-Nazirê jî, kitêbeke bi navê Xayetu’l-Metlûb fî Tarîxî Beytî Eyyûb di 13 remezana 821ê/14 cotmeha 1418an de nivîsiye. Di wê de bûyerên derbarê Eyûbiyên Hesenkêfê de bi berfirehî nivîsiye. Paşê evê kitêba xwe bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” bi awayê ducildî kurt kiriye. Muelif gava ku di sala 822/1420an de kitêba xwe ya Nuzhetu’n-Nazirê diqedîne, notên xwe dibe erzî Melik-Adil Suleyman dike. Qismên şaş û kêm li gor fermanên Sultan sererast û îlawe dike.

Nusxeya vê kitêbê kêmasî tê de heye, lewma bi bûyerên sala 778/1376-1377an diqede. Ev nusxeya kêm a ku gihaştiye roja me di 14ê cemaziyelaxira 937an/2ê sibata 1531ê de ji hêla mustensixekî bi navê Xizir bîn Xizir el-Amidî ve hatiye îstinsaxkirin.

Cildê duyem ê kitêbê hîn jî wenda ye

Cildê duyem ê vê kitêbê yê ku behsa dewra Melik-Adil Suleyman dike hîn jî nehatiye dîtin. Lêbelê hevdemê nivîskarê kitêbê û meşhûrtirînê alimên dewra xwe Îbnu Hecerê ‘Esqelanî, di kitêba xwe ya bi navê Înbaul-Xumr bî Enbaîl-‘Umr de ji cildê duyem ê wenda hin pasajên têkildarî dewra Melik-Adil Suleyman neqil kiriye. Eger ev cildê duyem bête dîtin û weşandin, dê derbarê tarîxa Hesenkêf û derdora wê de gelek qeydên muhîm derkevin meydanê.

Xeleka wenda ya tarîxa Kurdî temam dibe

Ev kitêba nû-weşiyayî, di periyoda tarîxî ya navbera Tarîxu Meyyafariqîna Îbnul-Ezreq û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de ji bo tarîxa Kurdan çavkaniyeke muhîm e. Kitêba han, hem behsk dike ji tarîxa dewleta Eyûbî ya ku ava bûyî piştî xelasbûna mîrektiyên Kurd ên Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî -ku ev mîrektiyana jî bi zeîfbûna Ebasiyan re derketibûn meydanê- hem jî behs dike ji wan agahiyên serdema avabûna mîrektiyên Kurd ên beriya Osmanî, ku ev agahiyana di tu çavkaniyên dî de peyda nabin. Herweha çawa ku derbarê mîrektî û eşîretên Kurd ên Bohtî, Rojkî, Suleymanî, Zirkî û Mihranî-wan de qeydên muhîm hene, wereng derbarê eşîreta Ereb a Mehelmî û derbarê qebîleyên Turkmen ên Qereqoyinlî jî qeyd hene. Digel van tiştana, ev kitêba Nuzhetu’n-Nazirê ya ku li ser navê gund û bajaran û li ser etîmolojiya wan jî qeyd û quyûdan di xwe de dihewîne, ji bo akademîsyen û vekolerên ku di qada tarîxa Kurd de dixebitin dê bibe çavkaniyeke muhîm.

Ev esera ku halê hazir metnê wê yê Erebî weşiyayî, di pêşerojê de dê wergera wê jî bête kirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply