20 Pirs? – 20 Bersiv √
1-Peyva ku herî jê hez dikî
Rastî û heqîqetê
2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Piranî Dengbêjî, Kilama Bavê Fexriya
3-Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?
Azadiya netew û baweriya min e
4-Tu ji bo çi dijî?
Jiyana bi rumet
5-Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Kesên ji bona Azadiya xwe û ya kesên bindest re têbikoşe
6-Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Mirov im, Kurd im û Bawermend im
7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Ya Ji penebarî û derketina ji bin destê zordaran
8-Egîdê te kî ye?
Kesên ku tariyê diqelêşin
9-Tu dixwazî li ku derê bijî?
Ciyê ku ji dayîk bibûm
10-Kîjan pirtûkê dixwînî?
Melayê Cizîrî û Mihemed Uzun bi piranî
11-Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Ya ku herî ‘dawiyê were kirin, ‘
12-Çi te kelecan dike?
Derfet û astengî rabûna dayîk û bavê min ên 80 salî min wana dîtiba
13-Çi kelecana te dişikestîne?
Bê tifaqiya navbera me Kurdan
14-Kêmasiya Kurdan a herî mezin çi ye?
Kamasî na lê? Beriya Baweriyên xwe bibêjin, Em Kurd in, dû re misulman , Elawî,
an jî Ëzîdî ne
15-Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Ewîl a dayîkê dû re pir zimanan bizanîbe.
16-Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Yên ku li hemberî zordaran bi serdikevin, Yilmaz Guney , Şaban û Miho Axa.
17-Xewna bextewariya te çi ye?
Zarok bê tirs li kolanan bilîzin.
18-Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Qadên bi Kurdewarî û xwe naskirin
19-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Jiyan a xwe ya çi hatiye serî ji bir nekin û paşerojê re jî bi hêvîbe.
20-Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Bi kesayet û xwe bunê bijiyama
Kemal Nasiroglu Kî Ye?
Dibe ku ji Ëlih ê be, lê dibe şaş bim
Ez disala 1959 de li Bajarê Mûşê ji dayîk bûme ciwanî xwendina medrese û zewicîm e.
Di karê dewletê de bûm Karkir. Hatim girtin ji kar hatim dûrxistin. li gelek zîndanan de mam, di siyaseta di partiyên Hadep û yên din de rêvebirî kir. Dû re cezayek giran ji me re hat, derketim Avrupa. Hîn pirtukên min , ên bi Kurdî , bi zaravayê Kurmancî
roman, çîrok û Helbnestên min hene. Carnan di rojname û kovaran de nivîs dinivîsînim.
Bi dewrêşî di nav saziyan de bi qasî derfetên xwe ve kar dikim.