Pirsname – Dilyar Amûdî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Dilyar Amûdî

 

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Dilyar Amûdî: Viyan

 

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Dilyar Amûdî: Bêmal dinê ya Nizamettin Ariç

 

3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Dilyar Amûdî: Ti tiştê pîroz tine lê tiştên azadî pêdiviyeke giring e û xweş e

 

4.Tu ji bo çi dijî?

 Dilyar Amûdî: Ez ji bo bi rastî bijîm dijîm, an jî ji bo jiyaneke rast dijîm

 

5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Dilyar Amûdî: Çi kesê ku bi gotin, reftar û kiryarên xwe bandorekê “erênî” li civakê dike, rewşenbîr e.

 

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Dilyar Amûdî: Reşbîn, perfeksyonîst, wenda

 

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Dilyar Amûdî: Di nava her rastiyê/qenciyê de xerabiyek heye û di nav her şaşiyê/xerabiyê de, rastî/qenciyek heye.

 

8.Egîdê te kî ye?

Dilyar Amûdî: Egîdên min tine ne, lê bo min kesayeta Celadet Elî Bedirxan gelekî hêja ye.

 

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Dilyar Amûdî: Dixwazim li Amûdê bijîm

 

10.Kîjan pirtûkê dixwînî?

Dilyar Amûdî: Ji mêj de,ez pirtûk mirtûkan naxwînim.

 

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

 Dilyar Amûdî: Ez naxwazim ti karî bikim

 

12.Çi te kelecan dike?

Dilyar Amûdî: Hêvî

 

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Dilyar Amûdî: Bêhêvîtî

 

14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Dilyar Amûdî: Kurdbûn, kurdayetî, hişmendiyeke Kurdistanî ye.

 

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Dilyar Amûdî: Kurdî ye ji ber ez wê çaxê ez im.

 

16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Dilyar Amûdî: Nizanim lê niha ev herdû film hatin bîra min; Good Will Hunting û Meet Joe Black

 

17.Xewna bextewariya te çi ye?

Dilyar Amûdî: Bi fêmkirin bikarim hemû pirtûkên dinyayê bixwînim.

 

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Dilyar Amûdî: Mirov bi hemû nakokiyên xwe…

 

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Dilyar Amûdî: Raborî ji bo min siberoj bi xwe ye.

 

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Dilyar Amûdî: Behreyên dinyayê giş têra xwestekên min nakin.

 

Dilyar Amûdî Kî ye?

Di sala 1983an de, li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Heta 16-17 saliya xwe dibistana seretayî û navîn li Amûdê û beşek ji lîseyê jî li wî bajarî û dûre jiyana xerîbiya wî dest pê kiriye, ji Heleb, heta Stembol, Eskişehir û dîsa Stembolê dewam kir. Çend beşên zanîngehê xwendine lê yek jî xelas nekiriye û her dawî bijîşkî dixwend lê hîn jî neqedandiye.

Bêtir di medyaya civakî de çalak e, ceribandinên çîrok û helbestan hene. Bi zimannasî û wergerê ve mijûl dibe û çend nivîs û wergerên wî di kovaran, herwiha gelek belgefilmên ku wergerandine jî, hatine weşandin. Ji aliyekî din, romaneke Necîb Mehfûzî wergerandiye lê hîn jî neweşandiye lê piraniya nivîsên xwe di bloga xwe de diweşîne û çend nivîsên siyasî-civakî di Nûçexaneyê weşandine. Niha li ser wergera pirtûkeke zimannasiyê dixebite.

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply