Ev jî wek manîfestokî ye bona pêşiyê li wê bêbextiyê bigre:
DIVÊ SEYDAYÊ MEDRESEYÊ BAKURÊ KURDISTANÊ LI HEMBERÎ MILLETÊ XWE, MILLETÊ KURD BI WICDAN BIN, JI MILLETÊ XWE YÊ FEDAKAR RE WEFADAR BIN!
Gelî Seydayên Qedirgiran!
Ma ne şerm e, ma ne bêwefatî ye, ma neheqî nîne ji milletê Kurd ra, ku hûn zaruyê wan bi tirkî perwerde dikin?!
Ew milletê Kurd ku rojên tewrî zehmet da,
rojên reş ên tarî da, di wan demê ku taxûtê vê coxrafyayê dujminatiya şer’a Xweda dikirin -hîna jî dikin -, ew zalim û zordestên ku hemî kitêbê Îslamê dişewitandin; a di wan rojên ew hinde zor da milletê Kurd, ji bona ku dînê Îslamê li vê erdnîgariyê wenda nebe, ji boy xatirê ku medrese venemirin, xwandina şerî’etê ji ser vê axê ranebe; can û malê xwe seferber kirin, bi dor nobet digirtin ji bona ku Seydayê medresê bikarin zaruyê misilmanan bidin xwandinê, wan fêrî dînê Heq Teala bikin;
ew fedakariya mêrxasane ya vî milletî divê were şêkirandin, were xelatdarkirin, dersê medresan divê bi Kurdî werin dayin, ku hûn wisa bikin, hûnê bikarin wefadariya xwe ji wî milletê ‘ezîz ê ‘egîd ra, nîşan bidin!
Hûn di medreseyê Kurdan da, di medreseyê Kurdistanê da, eger dersê şerî’etê bi zimanê wan taxûtên dijminê dînê Heq Teala bidin – ku hinek niha wisa dikin – ew yeka bi vî milletî ra, xiyanet e, bêbextî ye, nankorî ye?!
Herçî nankor û bêbext in, ne Xweda, ne pêxember, ne qencê Xweda, ne jî kesê maqûl ên camêr ên bişeref, ji wan heznakin, qedr û qîmetê nadin wan!
Gelî Seydayên zêrevanê dînê Heq Teala,
werin ava rûyê xwe nerijînin, ji bona ku xwe li ber dilê bêdilan şêrîn bikin, li cem vî milletê xwedênas, qedrê xwe neşikînin, hisyet û şerefa xwe bin pê nekin, dilê milletê Kurd ê ‘ezîz ji xwe nehêlin, dilê milletên alîgirê taxûtan şanekin!
Gelî Seydayên hêja!
Werin li zimanê bav û kalê xwe xwedî derkevin, medreseyê xwe yê ku her yek jê kelekî polayê dînê Îslamê bûn, bi xistina zimanê bêdilan, bêxêr nekin, wek mektebê wan ên kemalîst, qîmet erzan nekin, şerefa medreseyê Kurdistanê li erdê nexin!
Bi wîcdan bin, bi îman bin, bi şeref û bi hisyet bin, wefadar bin, nankor nebin!
Mela Ebduselamê Şadî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…