Îro roja yekşemê li bajarê istenbolê taxa bacîler, çalakiyek hunerî bi boneya 27 emîn koça hunermendê gewre cemîl horo, bi rêveberiya besta çira ya wêje û huner digel malbeta cemîl horo hate lidar xistin, û ji ber ku cemîl horo ne tenê dengbêj bû, çimkî li rexî karê hunerî û karê xwe yî siyasî çend helbest balkêş jî rihmetî li şûn xwe hêştibûn, lewre emê bi vê boneyê helbestekê ji helbestên hunermend cemîl horo belavkin.
Ey kurdo êdî carek xwe binase
Bese bi des xelkê de kêr û dase
Tu him jar û reben, xizan û birçî
Xas û tazî ji me re nîne cî
Bese em ji hev cuda belabin
Rengê gokê bê serî û pabin
Vaye bi lê de diçin avi av
Bawer kin ji min ne kûre delav
Destên hev bigrin çêkin yekîtî
Kombin ser hev bibin yek partî
Çêkin civînan bibin raman kêş
Wek xelkê cîhanê herin bere pêş
Kurê ristem û kawa şiyar bin
Ta kingî emê pişt xûz û bin bar bin
Toleyek nîne li ber deriyê me
Ji mileta xulî li serê me
Heger em kurd çiqas bext reş bin
Lê nizanin em çiqas bê heşin
Ey şahê îranê kolê koledar
Me bawer kir ku ê bibit yar
Lê gelê kurd ji kevnar de digot:
(Rî dibin bost dujmin nabê dost)
Ji ber kurda şah bû entirpol
Bi kum û koloz di linga de sol
Digeriya li cîhanê bi navê kurdan
Difrotin kurmanc çi biha erzan
Gava anîn ji doz û gama xwe
Di dil de danî kêr û qama xwe
Em gelek mirin di ceng û şer da
Gelek jî hatin kuştin di ker da
Lê pir başe ku em hîn gelek saxin
Pişkoj û kupikin li nava baxin
Ji ser şaşiyêd xwe em vegerin
Li hev kombin li rastiyê bigerin
Dest bidin hev bi ronî û rastî
Belê goşt tu carî nabê vê xûn û hestî
Bese rabin ji temar û xew
Hêdî ji dujmin re nebin çêl kew
Bi xwe re rakin dildarê xanî
Her kurdek wê bibêt kurdistanî
Paşê emê vejînin feqiyê teyran
Can bidin welat tev bibin heyran
Ji xwe rakin wa mileyê cizîrî
Digel bêkes û eliyê herîrî
Bihejînin şêx seîd û qadî
Dest bidin hev bajar û gundî
Ji bîrnekin cegerxwîn û hejar
Ji bo kesek nemînê reben û jar
Zûve rêkin dû serok berzanî
Can û mal tev bidin bi erzanî
Lê zanibin vê xwendevan û rêber
qet kesek nagînê ti cî û der
govendên gelîrî bigrin zû bigerînin
dibê bi wê rengî welêt vegerînin.
Tê zanîn ku hunermendê nemir cemîl horo koça xwe ya dawî ji ser rûyê gozemînê di sala 1989 da li bajarokê cindirêsê yê girêdayî herêma Efrînê barkir, lê li şûn xwe gencîneyek dewlemend ji sitranên filiklorî û gelek sitran û helbest ji hûnandina nemir cemîl horo bi xwe li şûnê man.
Amadekırın: Majêd A Mihemed